NAVENDA NUÇEYAN – Zêdetirî 100 roj e xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin. Bi dehan kesî îro jî li qada Kerama kom bûn û banga hilweşandina rejîmê û pêkanîna biryara 2254 û serbestberdana girtiyan dikin.
Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên “Sûriye welatê şaristaniyê ye û bêhna borî ye”, “An azadî, an mirin” û “Şoreş rêya yekane ya têkbirina her pergaleke dîktetor a serdest e” vekirin.
Roja înê, piştî bidawîbûna muhleta ku şêniyan dabû rêveberiya Partiya Baasê ku avahiyê radestî wan bikin, xwepêşandar ket avahiya Partiya Baasê ya li bajarê Şehbayê û wêneyên Beşar Esed dirandin.
Gelek şêniyên Şehbayê roja sêşemê bang li endamên Partiya Baasê kiribûn ku beriya înê avahiyê vala bikin û bigirin.