QAMIŞLO – Îro saet 4’ê êvarê li bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Însiyatîfa Gel a Qamişloyê meşekî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo hat li darxistin. Bangawazî ji bo vê meşê hat kirin piştî ku îro li Gemlîkê, Turkîyê, erdhejekî bi mezinahiya 5.1 pileyî pêk hat, ji ber agahî li ser bandorê wî li ser girava Îmralî û li ser tendirustiya Rêber Apo nehat parve kirin. Meş li ber Qada Sonî dest pê kir û heya li ber baxçeyê Şehîd Avesta berdewam kir. Di pêşîya meşê de dayîkên şehîdan cih girtin. Al û pankartên Rêber Apo hatin hildan û siloganan “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Azadî ji bo rêbere netewî” û “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne, ey serok” hatin berz kirin.
Li ber baxçeyê Şehîd Avesta berdefkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Menîce Heyder axivî û diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker li Îmralî dide xuyakirin ku dixwaze gelê Kurd tune bike, wê yekê jî di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de pêk tînin û wiha got: “Ji şewatê, berî xwe didin jehirkirinê û tecrîdeke giran. Niha erdhej çêbûye di vê rewşê de metirsiyên me ser rewşa Rêber Apo de gelektir dibin.”
Menîce Heyder wiha pê de çû: “Em agahiyeke acil derbarê Rêber Apo de dixwazin, em qet rehet û aram jiyan nakin. Em rola CPT`yê nabînin, bêdengiya wan şermeke mezin e. Em soz didin Rêber Apo heta dawiyê ji bo pêkanîna felsefeya wî têbikoşin.”
Menîce Heyder destnîşan kir kir ku gelê welatparêz ê Rojava, malbatên şehîdan û malbatên şoreşgeran wê her tim li qadan bin heya ku agahî ji Rêber Apo were girtin û heya ku azadîya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.
Çalakî bi silogana “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.