NAVENDA NUÇEYAN – Hikumeta Şamê ji zêdetirî 6 salan ve ambargo daniye ser kantona Şehbayê, nahêle pêdiviyên bingehîn, derman û sotemenî derbasî herêmê bibin. Ambargo di çend hefteyên borî de girantir kir ku bandoreke neyinî li tevahî qadên jiyanê kiriye.
Ji ber kêmbûna sotemeniyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantonên Efrîn û Şehbayê perwerdeya li dibistanan rawestand. Di encamê de 14 hezar û 500 xwendekar bê perwerde mane. Her wiha Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê 2`yê Kanûnê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hikumeta Şamê siyaseta birçîkirinê li ser herêmên Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dimeşîne ji bo ku vîna gelan bişikîne û wan bide koçberkirin.
KAXIZA DORPÊÇÊ LI DIJÎ GEL BI KAR TÎNE
Tevî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ku bi hevkariya bi Rûsya û Îranê re têne kirin, zextên li ser xelkê Bakur û Rojhilatê, di serî de xelkê û Şehbayê û koçberên Efrînê zêdetir dibin. Armanc jî, ew e ku bi rêya Firqeya 4′an a hikumeta Şamê gel teslîm bigire da ku dev ji projeya Rêveberiya Xweser berde.
Ambargo bi qonaxan û piştî civînên Astana û Soçiyê pêk hatin. Qonaxa yekemîn piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di 18`ê Adara 2018`an de dest pê kir. Di vê qonaxê de siyasetên guhertina demografî û koçberkirina bi zorê ya niştecihên resen ji Efrînê hatin meşandin.
Piştî tûra 9`an a civînên Astanayê ku 14 û 15`ê Gulana 2018`an li paytexta Kazexistanê Astanayê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de li dar ketin, her sê aliyan li hev kir ku divê Eneqer û Şamê dîsa nêzî hev bibin.
Di 3`yê Mijdara 2018`an de hikumeta Şamê ambargo danî ser 6 gundên navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê bi taybetî li sûka heftane ya li gundê Birc Qas a pêdiviyên jiyanî yên gundên derdorê peyda dikir. Piştre re jî ambargo firehtir kir û li Til Rifetê, Ehrez, Ehdas û Fafînê û 40 gundên û bajarokên van navçeyan, 5 kampên koçberên Efrînê; Efrîn, Şehba, Veger, Serdem û Berxwedan girtin nav xwe.
Piştî hevdîtina yekemîn a di navbera serokê îstîxbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan û serokê nivîsgeha ewlehiya nîştimanî ya hikumeta Şamê Elî Memlûk de agahî belav bûn ku her du aliyan li dijî Rêveberiya Xweser û girankirina ambargoya li ser Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li hev kirine.
Di 2`yê Hezîrana 2020′î de, hikumeta Şamê nehişt sotemenî derbasî herêm bibe, di encamê de aloziya sotemeniyê li kantonê çêbû ku buhaya lîtreya mazotê ji 250 lîreyên Sûriyeyê bû 600 lîreyan. Wek encam xwediyên wesayîtên veguhastinê lêçûna çûn û hatinê heta 100 lîre biha kir û hin ji wan jî kar nekir. Tunebûna sotemeniyê lêçûna veguhastinê jî zêde kir û metirsî hene ku tevgera erebeyan bi temamî rawestin.
Siyaset û bazarên li dijî Rêveberiya Xweser dewam kirin. Piştî tura 15`an a civînên Astanayê ku di 16`ê Sibata 2020`an de li dar ket û tura 16`an di 7`ê Tîrmeha heman salê de li dar ket, di 21`ê Kanûna heman salê tura 17`an li dar ket. Di wan lihevkirinan de bendên li dijî Rêveberiya Xweser hebûn. Li ser vê yekê hikumeta Şamê zext li rêxistinên xêrxwaziyê yê navneteweyî kir û nehişt alîkariyan ji şêniyan re werin pêşkêşkirin. Di heman demê de UNICEF`ê jî ava vexwarinê li ser 37 gundên koçberên Efrînê lê dimînin, qut kir. UNICEF`ê ′kêmbûna destekdayînê′ wekî hincet nîşan da.
Her wiha hikumeta Şamê veguhastina nexweşên giran bi ambulansan ber bi Helebê asteng kir û rê da ku Heyva Sor a Sûriyeyê tenê ya bi zanabûn rewşa nexweşan paşguh dike, nexweşên veguhêze. Di encamê de 3 zarok ji kantona Şehbayê û koçberekî efrînî jiyana xwe ji dest dan.
AMBARGO JIYAN TEVIZAND
Ambargo roj bi roj êş û zehmetiyên şêniyan zêdetir dike. Şênî herî zêde zehmetiyan di peydakirina sotemeniyê de dikişînin ku zivistanê hatiye. Ji ber hebûna mazotê kehrebe bi temamî qut bûye. Di çend hefteyên dawîn de lîtreya mazotê gihaşt 8 hezar û 500 lîreyan û ya benzînê jî 13 hezar û 500 lîre. Bi daketina nirxê lîreyê re îhtîmal heye bihatir bibe.
Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê nahêlin derman derbasî Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bibin. Di encamê de derman biha bû. Hikumeta Şamê nebûna Şehbayê di bin kontrola wê de dike hicet.
Li gor daneya dawîn a Komîteya Sotemeniyê, pêwîstiya kantona Şehbayê mehane bi 30 hezar tûpên gazê heye. Lê hikumeta Şamê nahêle tûpên gazê derbasî herêmê bibin. Di encamê de her tûpek ji 25 hezar lîre heta 150 hezar lîreyî biha bû. Metirsî jî hene ku gaz bi temamî qut bibe.
Ji ber dorpêçê û nebûna pêdiviyên sereke projeyên Rêveberiya Xweser ên wekî ziftkirina rêyan, pêşxistina navendên giştî, nexweşxane û navendên tenduristiyê rawestîn. Bi berdewamkirina dorpêçê û daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê re, kantona Şehbayê ber bi tunebûna hêmanên jiyanê ve diçe. Ruxmî wê jî, koçberên Efrînê û şêniyên resen li ber xwe didin û li benda vegera li warên xwe ne ku dewleta Tirk û çeteyên wê jê were derxistin.
Çavkanî: ANHA