BEHDÎNAN – Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li nehiya Bamernê ya Duhokê barandin. Di encama bombardûmanê de Alî Cemîl Kelaş ê ji nehiya Batûfa ya Duhokê hate qetilkirin, kesek jî birîndar bû. Dewleta Tirk a dagirker ku bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî li Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcên şer dike, zerareke mezin dide sivîlan û cih û warê sivîlan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya 2’ê Kanûnê de ragihandibû ku gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên gerîla ji 30’ê Mijdarê heta 1’ê Kanûnê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 39 caran bi balafirên şer hatin bombekirin û di vê bombardûmanê de zerar li bax, baxçe û cih û warê sivîlan bûye.