NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr de hat ragihandin ku li navçeyên Hadîmkoy û Avcilarê yên Stenbolê ji bo balê bikşînin ser têkoşîna li zindanan dest pê kiribû 2 wesayîtên faşîstan hatine rûxandin.
Ravekirin wiha ye:
- Li navçeyên Hadîmkoy û Avcilarê yên Stenbolê çalakî!
- Li Hadimkoya Stenbolê bi şev saet di 02.00’an de wesayîteke bi navê alîgirên AKP’ê ji aliyê yekîneyên me ve hat şewitandin.
- Li Taxa Avcilar Yeşîlkentê, derengiya şevê ji aliyê Yekîneyên Tolhildanê yên Sterk Botan ên girêdayî yekîneyên Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ve wesayîteke faşîst hat şewitandin.
Her du çalakiyên me ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên berxwedêrên girtîgehê li dijî pêkanînên keyfî û îşkenceyên li girtîgehan, bi taybet tecrîda li ser Rêber APO hatin destpêkirin.
Bijî Serok Apo
Bijî Berxwedana Zindana
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr