BEHDÎNAN – Gerîlayê YJA-STAR’ê Medya Makû berxwedana PKK nirxand, bal kişand ser rastiya PKK’ê ya têk naçe û anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di nava şerekî giran de ye, heman deme de nirxand li ser rolê ciwanên û Jinên Ciwan di nav ne berxwedane dirokî. Medya Makû got, “Pêwîste ciwan zûb û zû kapîtalizmê li ser xwe qebûl nekin. Dijmin ewqasî bi sinsî, di bin de dixwaze genca bixeline. Lê pêwiste genc nekevin bin bandora dijmin de. Taybet gencên Kurdîstanê dixwazên bi rêyên ziravtî bixelinin. Lê pêwiste genc tû caran van qebul nekin. Ev tişt heya kingê were meşandin? Ev tişt pêwiste pêşengtiya wî jinên ciwan bike. Ji ber ku Serokatî ev îrade da jinên ciwan. Pêwiste em wek jinên ciwan, gencên Rojhilata Navîn vê tiştê qebûl nekin.”
Em di serî de 27’ê Mijdarê Serokatî û hemû gelên Kurdîstanê pîroz dikin. Bi pêşengtiya Rêber Apo bû sebep ku di 27’ê Mijdarê de nûbûyinên pir mezin çêbibin. Minak gencên îro di tunelên şer de berxwedaniya ku dimeşinin bêguman di giştî cîhanê re dide nîşandan ku çiqasê rihekî divê serdema nû de dide diyar kirin. Ewqasî dijmin dibêje me gerîla tîne kir, lê gerîla bi çalakiyên xwe û bi rihê xwe ya ciwantiyê li ser piyan in. Serokatî dibêje, “me bi ciwantî destpê kir emê bi ciwantî serbikevin”.
Taybet wek jinên ciwan û bi pêşengtiya YJA-STAR yê ku di sedsala 21. re pêşengtî dike hemû jî gencin. Ji ber ku rihê gencbûyinê bi rihê serkeftinê re girêdaye. Pêwîste ciwan zûb û zû kapîtalizmê li ser xwe qebûl nekin. Dijmin ewqasî bi sinsî, di bin de dixwaze genca bixeline. Lê pêwiste genc nekevin bin bandora dijmin de. Taybet gencên Kurdîstanê dixwazên bi rêyên ziravtî bixelinin. Lê pêwiste genc tû caran van qebul nekin. Taybet jin pêwiste vê qebul neke. Pewîste jin qedercî nêz nebe. Pêwîste jinên ciwan van tiştan ji bo xwe qebûl nekin.
Ev tişt heya kingê were meşandin? Ev tişt pêwiste pêşengtiya wî jinên ciwan bike. Ji ber ku Serokatî ev îrade da jinên ciwan. Pêwiste em wek jinên ciwan, gencên Rojhilata Navîn vê tiştê qebûl nekin. Dema ku ciwanên enternasyonal jî pêşengtî dikin ev dide xuya kirin ku demekkî bingeh hatine avakirin. Ev tiştên ku tê meşandin, kapîtalizma heyî em li ser xwe qebûl nakin. Pêwiste vê tiştê re tû car serê xwe tewandin çênebe. Taybet wek gencên Bakurê Kurdîstanê, Başur,Rojava, Rojhilatê Kurdîstanê pêwîste van tişatana li ser xwe qebûl nekin. Ji ber ku ewqasî fetisandin çêdibin dewlet wisa dike, pêwiste ciwan ferqa vî de bin.
Timî serkeftin ya genca bibe. Emê bi rihê gencbûyînê jî bi dawî bikin. Şoreşa ku em niha tê de tekoşîn didin meşandin, di Rojhilata Navîn de di cîhanê de tê naskirin. Ev şoreş bi rêya Rêber Apo di cîhanê de belav bû ye. Pêwîste ciwan tû car binkeftinê qebûl nekin. Hevîya me pêwîste her tim serkeftin bibe.
Herî dawî pêwîste ciwanên cihanê berê xwe bidin nav refên gerîla. Ji ber ku ev tecrîta ku li ser Rêbertî tê meşandin wek ciwanên cîhanê em tû car ji xwe re qebûl nekin. Bêguman ev tecrîta ku li ser Serokatî tê meşandin pêwiste em wek jinên ciwan vê tû caran qebûl nekin. Ger Serokatî fizikî azad nebe jinên ciwan jî azad nabin. Pêwiste em her tim li hemberî dijmin şerêkî dijwar bidin meşandin û berê xwe bidin çiyayên Kurdîstanê. Jiyana ku Rêbertî ji xwe re qebul nekir pêwiste em wek jinên ciwan jî ji xwe re qebul nekin. Berê xwe bidin çiyayên Kurdîstanê. Ev jiyana azad de tekoşînekî pir mezin bidin meşandin.
Bangawaziya me ji bo ciwana eve ku berê xwe bidin Kurdîstanê, ev sistema heyî qebûl nekin. Ev dijmina heyî li ser axa Kurdîstanê qebul nekin û berê xwe bidin çiyayên Kurdîstanê. Herî dawî em dibêjin “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî”