NAVENDA NUÇEYAN – Li girtîgehan girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” 27’ê Mijdarê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin. Çalakiya grevê ya girtiyên siyasî dewam dike. Ji OHD’ê Parêzer Eda Onal ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirine ji ber armanc û motîvasyona çalakiyê pir bi moral û kelecan in. Eda Onal ragihand ku daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser Rêber APO û girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê were rakirin.
‘TENÊ OCALAN DIKARE PÊŞENGIYÊ BIKE’
Parêzer Eda Onal di encama serdanên ku li girtîgehan kirine de, peyamên girtiyan wiha radigihîne: “Bi çalakiya xwe dixwazin peyamê bidin gelê welatparêz, rêxistinên civakî yên sivîl û civaka demokratîk. Bang li hemû derdorên demokratîk dikin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bikevin nava tevgerê. Tê gotin ku li ser vê xakê tenê Abdullah Ocalan dikare pêşengiyê ji demokrasî û aştiyeke bi rûmet re bike.
Dibêjin ku berê ji bo vê yekê gelek hewldan hatine kirin û ew bi vê çalakiyê armanc dikin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û statuya ku gelê Kurd heq dike jê re bê dayîn. Diragihînin ku divê li seranserê cîhanê çalakî zêde bibin û heta ku tecrîd bi dawî dibe têkoşîn dewam bike. Dibêjin ku divê bi gelek çalakiyên mîna çalakiyên rûniştinê, mîtîng, meşan daxwazên wan ên rewa li hemû cîhanê bê bihîstin û çawa ku li Efrîqayê xwedî li Mandela hate derketin, li seranserê cîhanê jî divê xwedî li Abdullah Ocalan û fikrên wî bê derketin, ji ber ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelên cîhanê hemûyê hêvî ye.”
‘RÊVEBERAN DEST BI ZEXTÊ KIRIN’
Me derbarê helwesta rêveberên girtîgehê ya li hemberî greva birçîbûnê, pirs ji Eda Onal kir. Onal tiştên ku salên berê qewimîne jî bi bîr xist û ev tişt got: “Rêveberên girtîgehê di grevên birçîbûnê yên berê û şêwazên berxwedanê yên cur be cur de jî ji bo şikandina çalakiya girtiyan cezayên disîplînê yên cur be cur dabûn. Hewl dan ku girtiyan bitirsînin û wisa li wan bikin ku dest ji çalakiya xwe berdin. Mînak cezayê hucreyê didan girtiyê ku dest bi greva birçîbûnê kirî, bi vî rengî hewl didan mafê wî/ê yê berdanê yê bi şert asteng bikin. Bi vî rengî hewl didan wisa bikin ku girtî dest ji çalakiya xwe berde.
Girtiyê ku cezayê hucreyê 3 caran ser hev standî, ji ber qanûna înfazê neçar dimîne ku temamiya cezayê bikêşe. Rêveberên girtîgehê ji vê rewşê sûd werdigirin û cezayên disîplînê yên cur be cur didin. Li girtîgehan rêveber li ser girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine zextê çêdikin, li qawîşan lêgerînên zextê tên kirin û em ji muwekîl û malbatên muwekîlên xwe dibîhîzin ku tutanak tên girtin. Em difikirin ku divê rêveberên girtîgehan dest ji van helwestên xwe berdin û ji bo bicihanîna daxwazên girtiyan berpirsyariyên xwe pêk bînin.”