MARSÎLYA – Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi meşekê qedexeya li ser PKK’ê hat protestokirin. Girseya ku polîsan destûr neda û 4 saetan li ber hewaya sar hatin rawestandin jî di meşê de israr kirin û heta Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê meşiyan. Girseyê pankarta mezin a “PKK gel e gel li vir e” hildan û bi alên “PKK-1978”, poster, afîş û pankartên dewlemend meşiyan. Meşa ku heta ber nûnertiyê dewam kir, li vir bi mîtîngekê bi dawî bû.
Di mîtîngê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (NCKD) Enes Kanîreş û rêveberê NCKD’ê Fethî Tekman axaftin kirin.
Hevserokê NCKD‘ê Enes Kanîreş anî ziman ku dema ku PKK ji aliyê Elmanyayê ve hat qedexekirin wê demê Wezîrê Karên Hundir Manfred Kanther bû û got: “Dewleta Elman biryara qedexeyê ya li ser biryara Wezareta Karên Hundir di 26’ê Mijdara 1993’an de ragihandibû. Li ser navê PKK’ê xebatên siyasî, al û sembolên PKK’ê jî kirin sûc û krîmînalîzekirin. Ji ber vê yekê doz li gelek kesan hat vekirin, cezayê pereyan jî hatin birîn.”
Kanîreş got ku ev qedexe bi tevahî xizmeta Tirkiyeyê dike û destnîşan kir ku li pişt vê biryarê li ser navê “ewlehiya navxweyî” têkiliyên Elmanya û Tirkiyeyê hene.
Rêveberê NCKD’ê Fethî Tekman jî axivî û wiha got: “Dewleta Elman di her warî de piştgirî da siyaseta Tirkiyeyê û tepisandina maf û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd. Di nava demê de bi hezaran doz hatin vekirin, bi sedan kes girtin, bêhejmar serdegirtinên komele û malên taybet çêbûn, hemwelatîbûna Elmanî nedan, gefên dersînorkirinê û gelek polîtîkayên din ên terorê, li ser gelê Kurd meşand.”
Tekman bi bîr xist ku PKK tevgera berxwedan û azadiyê ya gelê Kurd e û got: “Ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya bi salan e tê meşandin berdêlên mezin hatin dayîn. Em tu nêzîkatiyên ku têkoşîna hebûnê ya gelan terorîze dike qebûl nakin. Em banga xwe dubare dikin ku demildest dev ji van polîtîkayên şaş berdin. Ji bo diyalog û çareseriya pirsgirêka Kurd, PKK’ê ji lîsteya terorê derxin. Bendewariya me ji dewleta Elman li ser vî esasî ye.”
Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.