MINBIC – Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbic li bejahiya bajarê Minbicê di xeta Til Hawdan a gundê El-Kadro de meşek girseyî li dar xist. Li cihê ku gelê Tel Hawdan tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û xwest ku piştî erdheja li Girava Îmraliyê li Behra Marmarayê pêk hat, rewşa Rêbertiyê bê eşkerekirin.
Beşdar li ber benzînxaneya El-Kadro kom bûn, piştre meş li ber çerxerêya El-Kadro dest pê kir û di dema gihîştinê de deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hate girtin û piştre çend axaftin hatin kirin. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê ji aliyê rêheval Mîrac Mihemed ve axivî:
“Em îro û li vê derê li dijî hemû kiryarên sûc ên dewletên kapîtalîst ên ji dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo pêk tînin, radiwestin. Destêwerdana her aliyekî ku doza mirovahiyê dike, ji ber ku em dizanin ku ev hemû rêxistin xwe ji bo xizmeta welatan ava dikin. Ji ber vê yekê kapîtalîzm em dibînin ku bi tirsa van welatan ji ramana Rêber Apo, ji ber ku fikra wî çareserî ye. Ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn her tim dixwazin fikra wî ji gelê wê dûr bixin û ji vê aliyê ve jî ji destpêka sala 2021’an ve hevdîtinên bi Rêbertî re bi parêzer û malbata wî re qut kirine û hewl didin di nava gel de bisekinin.
Lê ew weke ku dixwazin nikarin li pêşberî ramana Rêbertiyê bisekinin, ji ber ku ev fikir ramana ku hemû gelên tî yên azadiyê lê digerin e, ji ber vê yekê em vê ji her kesî re dibêjin û peyama xwe digihînin. Bingeha fikra netewa demokratîk rabin ser piyan û li dijî van tiştên ku li dijî mirov û mirovahiyê ne, rabin ser piyan. Em îro daxwaz dikin ku rewş Rêber Apo were eşkere kirin. Erdheja li Girava Îmraliyê pêk hat û ti aghiyê naye girtin. Em dibêjin ji bo azadiya Rêber Apo em ê hewlbidin û heta serketinê û azadiya Rêberê xwe em ê leza têkoşîna xwe ya şoreşgerî mezin bikin.”
Piştre jina ciwan çalakiya xwe bi dirûşmeyên şoreşgerî bi dawî kir.