NAVENDA NUÇEYAN – Tora Serhildanê ku ev nêzîkî 2 salan e li Fransa û Belçîkayê bi mebesta parastina Şoreşa Rojava û piştgiriya Kurdistanê kar dike, li Cenevre ya Swîsreyê çalakiya danasînê li dar xist. Çalakî li Zanîngeha Cenevreyê bi merasîma bixêrhatinê dest pê kir û piştre der barê dîroka berxwedana Kurdistanê de pêşkêşiyek hat kirin. Pêşkêşî li ser dîroka PKK’ê bûn û taybet li ser pêvajoya Şoreşa Rojava û di artêşê de cihgirtina jinan ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî hat sekinîn.
Di pêşkêşiyan de hat destnîşankirin ku Tevgera Azadiya Kurdan ji bo berxwedana şoreşa cîhanê ya s.s 21’an hêvîbexş e. Axaftina der barê şkenceya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, alîkarî û piştevaniya enternasyonalîst ya ji têkoşînê re hat nîqaşkirin.
Careke din banga beşdarbûna çalakiya ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’ û meşa ku wê 13’ê Kanûna Pêşîn li Cenevreyê pêk were, hate kirin. Çalakî bi stranên hunermendên Tev–Çandê bi dawî bû.
BASEL
Li bajarê Basel a Swîsreyê jî di çarçoveya hemleya ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’’ belavok hatin belavkirin. Komîteya Baselê ya hemleya ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’’ li gelek navendên bajêr belavok belav kirin û xistin sindoqên posteyê.