NAVENDA NUÇEYAN – Gelê Dêrezorê di bin pengava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd çareserî” meşeke ji diware 10 destpê kir û bi sedan kesên tevlî meş bû. Di bin şert û mercên dijwar de jî ji ber êrîşên hêzên komploger û faşîst ên girêdayî rejîma Esad û dewleta faşîst a Tirk, bi sedan kes beşdarî meşa azadiya fîzîkî ya Rêber APO bûn.
Gelên herêmên rizgarkirî yên Sûriyeyê ku di bin sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn, careke din dilsoziya xwe ya bi Şoreşa Rêber APO û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk nîşan didin.
REQE
Bin pengava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd çareserî” Tevgere Ciwanan Şoreşger ên bajarê Reqa û gundewarê wê danê êvarê meşeke meşaleyî li dar xistin. Bi dehan ciwan û jin li bajarê Reqayê li pêşiya Meclîsa Giştî kom bûn. Meş bi pêxistina meşaleyan dest pê kir û bi hilgirtina al û pankartên silavkirina Rêbertî û qîrîna dirûşmên azadiya Rêber Apo dewan kir, piştre ji aliyê rêveberê Tevgere Ciwanan Şoreşger ya Reqayê Mehmûd El-Xelef daxuyaniyek hate dayîn.
TEBQAYÊ
Çalakiyên ji bo naskirina rewşa Rêber Apo nemaze piştî erdheja ku li Tirkiyeyê pêk hat, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê meşek li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, endamên partiyên siyasî û tevgerên jin û ciwanan jî di nav de, bi sedan şêniyên Tebqayê beşdarî meşê bûn.
Meşê ji parka Şehîd Hevrîn Xelef dest pê kir û ber bi avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi rê ket. Di meşê de dirûşûmên “Bijî berxwedana Îmralî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Her wiha posterên Rêber Apo hatin hildan û pankarta bi nivîsên “Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan dixwaze dimildest rewşa tenduristî ya Rêber Apo were aşkerakirin” hat vekirin.
Li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Mensûra Foza El Mihemed daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de bal li ser karesetên xwezayî yên ku li Tirkiyeyê diqewimin bi taybetî erdheja 4’ê Kanûnê ya li 32 kîlometre bakurê rojavayê bajarê Bursayê , heman bajarê ku Rêber Apo tê de girtî ye hat kişandin.