HELEB – Piştî erdheja li Behra Marmarayê, ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên xwe yên ku ji Rêber Apo agahî girtin, didomînin. Di vê çarçoveyê de îro li bajarê Helebê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve ji bo agahî girtina ji rewşa Rêber Apo meşek girseyî ya meşaleyî hate organîzekirin. Bi dehan ciwan û Helebî beşdarî meşê bûn.
Di meşa ku li taxa Şeyxmaqsûd a bajarê Helebê hate lidarxistin de, jinên ciwan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo qîriyan. Meş ji ber navenda ciwanan dest pê kir û li Qada Ademo bi dirûşmeyan bi dawî bû.