QAMIŞLO – Di bin silogana ‘Rêxistin kirina Jinên Ciwan mîsogeriya Netewa Demokratîk e’ Yekîtiya Jinên Ciwan ya Kantona Qamişlo panelek li ser Netewa Demokratîk hat lidarxistin. Panel bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyana şêhîdan destpêkir. Piştre nirxandinên Rêbertî der heqê Netewa Demokratîk hate xwendin.
Piştî wê Yadê Suad a dayîka şehîd Hevrîn Xelef e behsa nêzîkatiya Rêbertî li beramberî jin kir, di heman demê de behsa bîranînên xwe bi Rêbertî re jî ji jinên ciwan re parvekir. Herî dawî jinên ciwan bi nêrîn û nirxandinên xwe ya li ser Netewa Demokratîk panela xwe bi dawî kirin.