ANVERS – Festîvala li navenda bajarê Anvers bi meşa ciwanan û deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Piştre bi navê ciwanan axaftin hate kirin û hate gotin, “Cara yekê ye ku bi navê ciwanan şevahengeke wisa amade dikin. Bêguman di dema pêş de bi awayên cuda wê xebatên ciwanan berdewam bibin. Em bi hatina we kêfxweş in.”
Di festîvalê de li ser nirxandinên Rêber APO têkildarî ciwanan sînevîzyonek hate nîşandan.
Piştre Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal axivî û bal kişand ser girîngiya xebat û tevgera ciwanan û got: “Dirûşmeya me ‘me bi ciwanî destpê kir û em ê bi ciwanî jî bi ser bikevin’, ne tenê dirûşmeyeke. Ev felsefeya vê tevgerê ye. Çawa ku konsepta dagirkeriyê li Kurdistanê têk çû û tevgera Kurd ava bû, ev yek bi pêşengtiya ciwanan pêk hat. Ev tevger û xwe bi rêxistinkirina ciwanan lazime vegere ser pêngava “Ji Rêber APO re azadî û ji Kurdistanê re statû’. Divê ciwan hemû ku ji xwe re dibêjin em fedayê welatê xwe ne, xwe li ser vê armancê bixin nava tevgerê. Ev festîvala we girîng û pîroz e û em silav dikin.”
Festîvala yekemîn a ciwanan danê nîvro destpê kir û heta derengiya şevê dewam kir.
Bi sedan kesên ku li salona bi gelek alayan ve hatibû xemilandin amade bûn, bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ qîriyan.
Hunermend Koma Çar Stêrk, Xelîl Sadiqî, Şerîrfo, Hozan Aydin û Hunermend Dilovan bi stranên xwe festîvala ciwanan germ kirin.