AMED – Amed yek ji wan bajaran e ku bikaranîna madeyên narkotîkê lê zêde bûye. Li kolanên bajêr berê esrar dihate firotin, lê salên dawî gelek madeyên Metamfetamîn (Krîstal), Lyrîca, Bonzaî jî têne firotin. Ev madeyên narkotîkê yên sentetîk ên ji derve têne anîn li nava zarok û ciwanên ji 8 heta 18 salî bi hêsanî belav dibin. Hevserokê Amedê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Abbas Şahîn li ser pirsgirêka narkotîkê ya li bajêr ji ANF’ê re axivî û got, “Tiştekî tesadûfî nîne ku li cografya Kurdistanê madeyên narkotîkê ewqasî zêde bûye. Li bajarên Kurdan ciwanên Kurd timî ji bo narkotîkê têne teşwîqkirin. Yek ji sedemên esasî yên vê yekê ji ber sekna polîtîka a van ciwanan e. Ciwanên ku timî dipirsin lêpirsînê dikin ji bo sîstemê ne ciwanên cihê hurmetê ne. Bi taybetî piştî sala 2015’an li bajarên me narkotîk bêhtir belav bûye. Me bi çavên xwe dît ku dewletê li hemberî vê yekê tiştek nekiriye. Narkotîk bi zanebûn li nava jiyana civakî tê belavkirin.”
JI BO BÊ ÎRADE BIHÊLE
Şahîn ragihand ku li bajarên Kurdan temenê bikaranîna madeyên narkotîkê daketiye heta 8 salî û got, “Li bajaran madeyên narkotîkê yên metamfetamîne bi hêsanî digihêjin heta zarokan. Ev rewş tesadûfî nîne, encameke polîtîkayê ye. Ev polîtîka jî li hemberî gelê Kurd e. Karekî welê ye ku bi rêya narkotîkê jehrê dide ciwanan û nahêle ku ciwan li ser paşeroja xwe planekê çêbike. Bi taybetî piştî hilweşandina bajaran di sala 2015’an de tevî tengaviya aborî her wiha fikarên li ser paşerojê jî zêde bûn. Di rewşeke bi vî rengî de çîna navîn bi temamî ji holê rabû, xelkê xizan bi temamî xizan bû, yên dewlemend jî bi temamî dewlemend bûn. Neheqiya mezin a hatineyê asta narkotîk û koçberiyê jî bilind kir. Ji aliyê koçberiyê ve dema mirov dinirxîne, dibîne ku bi taybetî li bajarên Kurdistanê ciwan ji bo çûyîna derveyî welat têne teşwîqkirin. Narkotîk tê belavkirin, li aliyekî cezayên mezin li beşeke civakê tê birîn, dixwazin ji civakê, ji xaka xwe dûr bixînin. Haya me jê heye bê ev hemû ji ber çi têne kirin. Li bajarên Kurdistanê di nava ciwanên 18-24 salî de bi fikara li ser paşerojê diçin derveyî welat. Hejmara vê yekê jî zêdeyî deh hezaran kesî ye. Ji bilî vê yekê li nava yên mayî jî belavkirina narkotîkê zêde bûye. Ev yek polîtîakyeke bi zanebûn e, ji bo pêşîgirtina li sekna siyasî ya gelê Kurd e, ji bo kontrolkirin û bê îrade hiştinê ye.”
WEKE GEL EM Ê LI BER NARKOTÎKÊ RABIN
Şahîn diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li belavkirin û bikaranîna narkotîkê wan dest bi karên girîng kirine û got, “Hem weke partî hem jî weke gel em di nava têkoşîneke mezin de ne. Em ê xwedî li kolanên xwe, li ciwanên xwe derkevin, wê bi demê re bibînin ku kolanên me, ciwanên me bê xwedî nînin. Vî gelî astengiyên gelekî mezin ji pêşiya xwe rakiriye. Dema ku zêdeyî 4 hezar gund hatin valakirin, zêdeyî 800 hezar mirov ji cih û warê xwe bûn ev gel li ser piyan ma û bû gelekî polîtîk. Piştî êşkence û hilweşandinê xwedî li nasnameya xwe derket û tevlî nava têkoşînê bû. Em ji aliyê siyasî ve vê yekê dibînin; li her derê em ê hebin. Li hemberî van bazirganên ku jehrê didin ciwanên me, em ê bi her rê û rêbazê têbikoşin. Weke gel em ê bi rengekî topyekûn li ber narkotîkê rabin.”