NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya KCDK’ê de hat ragihandin ku fikrên Rêber APO li hemû cîhanê bûye rojev û wiha hat gotin: “Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe ya azadiya jinê bandor li cîhanê kiriye û di serdema me de wekî ramanwerê ku paradîgmaya herî peşketî bi pêş xistiye, bala gelên cîhanê dikişîne.”
KCDK’ê destnîşan kir ku Rêber APO fîlozofekî serdema me ye ku ji hemû xitimandinên modernîteya kapîtalîst re çareserî pêşkêşî dike û wiha domand: “Ramana îdeolojîk a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her tim li ser çareseriyê ye. Ji ber vê yekê, ew ne tenê pêşbînîker e, lê di heman demê de xwedî kapasîteya ku di çareserkirina pirsgirêkan de alternatîfên mayînde jî pêşkêş dike.
Îro kesên li gelek deverên cîhanê dijîn, mirovahiya pêşketî, kedkar, gelên bindest û bi taybetî jî jin ji fikrên wî sûd werdigirin û fêdeya wan ji civakên lê dijîn dibe. Li dijî modernîteya kapîtalîst, fikra Modernîteya Demokratîk ji bo hemû gelan alternatîfek baş e.”
KCDK’ê bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiyên roja pirtûkê yên ku li Ewropa, Amerîkaya Latîn, DYE û Rojhilata Navîn bên lidarxistin bibin.
Her wiha ragihand ku îro di 10’ê Kanûnê saet 14:00’an de li ser medyaya dîjîtal kampanyayeke hashtagê ya cîhanî wê were lidarxistin.