CREEL – Li bajarê Creel ê girêdayî eyaleta Chihûahûa ya Meksîkayê, komeke aktîvîst di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de civîna Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber APO a Global lidar xist.
Civîna ku 10’ê Kanûnê di çarçoveya Rojên Xwendina Pirtûkan de hate lidarxistin, li Dibistana Antrapolojî û Dîrokê ya Bakurê Meksîkayê bi tevlîbûna 50 xwendekar û akademîsyenan pêk hat.
Di civînê de beşek ji analîzên Rêber APO a têkildarî şoreşa jinê hate xwendin û qasî 2 saetan paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin.
Aktîvîstên ku beşdarî civînê bûn destnîşan kirin ku wê kampanyayê xurt bikin û bidomînin û diyar kirin ku divê mirovekî ku îlhamê dide cîhanê azad bibe.
Civîn bi berzkirina dirûşmeya “Ji Rêber APO re azadî” bi dawî bû.