HESEKÊ – Di bin silogana ‘Rêxistin kirina Jinên Ciwan mîsogeriya Netewa Demokratîk e’ Yekîtiya Jinên Ciwan ya Kantona Hesekê îro panelek li ser Netewa Demokratîk lidarxistin.
Bi dehan jinên ciwan ya hemû netewa wek Kurd, Ereb, Ermen û Sûriyan beşdarî panêlê bûn. Di serî de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêzgirtin hat kirin û piştrê axaftina vekirinê li ser navê rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê hat kirin.
Bi Semînerekê li ser Netewa Demokratîk û rola jin di hundirê wê de Jinên Ciwan nîqaş kirin û di dawî de nameyekê weke encam hat derxistin. Bi silogana ‘JIN JIYAN AZADÎ’ Jinên Ciwan panêl bi dawî kirin.