DÊRIK – Bi dehan şêniyên Dêrikê li hember ferzkirina tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan û neaşkerakirina rewşa wî piştî erdheja li bajarê Stenbolê yê Tirkiye 4`ê Kanûnê çê bûye û her wiha ji bo piştgiriya girava birçîbûnê ya girtiyên siyasî di zindanên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de, dest bi gireva birçîbûnê kir.
Însiyatîfa Gel a Ji bo azadiya Rêber APO konê çalakiyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi dirûşma “Em berxwedana zindanan silav dikin û dê bi giyan û nirxên şehîdan rêberê xwe azad bikin”, veda. Di girevê de bi dehan şêniyên bajêr û gundên wî, endamên saziyên sivîl û meclisan û kesayetên welatparêz, şêniyên herêma Koçerat û endamên Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê beşdar bûn.
Beşdaran piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên li zîndanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê aşkere kir.
Girtiyan ji 27’ê Mijdarê ve di çarçoveya pêngava cîhanê ya bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de dest bi gireva birçîbûnê kiriye. Di serî de endamê Însiyatîfa Gel a Dêrikê Mihemed Seîd tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza domandina çalakiyan ji bo azadiya Rêber Apo da. Her wiha, endama Meclisa Malbatên Şehîdan û dayika şehîd Hevrîn Xelef, Suad Mistefa piştgiriya xwe ji bo gireva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û li hember siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker nîşan da û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.
Endama rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Şadiye Yûsif got: “Siyasetên li dijî gelên bindest di şexsa Rêber Apo de tên meşandin nikarin me ji têkoşîn û berxwedanê dûr bixin. Em soz didin ku asta berxwedana xwe li hember wan siyasetan bilind bikin.”
Endama Hêzên Parastina Civakê (HPC) ya Dêrikê Zeyneb Amed wiha axivî: “Em ranawestin û em ê heta pêkanîna azadiya Rêberê xwe hemleyên girevên birçîbûnê bidomînin.”
Dayika şehîd Ferhad û Îsam Şiblî, Şêrîn Omer bang kir ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bibe û got: “Tecrîda li ser Rêbertî tecrîda li ser hemû gelan e.”
Piştî xwendina peyaman, endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê Kawa Îsmaîl helbestek li ser berxwedana Rêber Apo li Îmraliyê xwend. Tê payîn ku girev sibe bi dawî bibe. Komîteya Amadekar da zanîn ku hemû bajar û navçeyên Herêma Cizîrê dê tev li çalakiyê bibin.
Çavkanî: ANHA