NAVENDA NUÇEYAN – Tirkiye bûye welatê ku her dem bi binpêkirina mafên mirovan behsa wî tê kirin. Her ku muxalefeta civakî bi hêz bû, desthilatdariyan zextên xwe zêdetir kirin. Tirkiye bû yek ji welatên ku ji aliyê saziyên navneteweyî ve ketiye bin mercekê. Di vê pêvajoyê de hem di binpêkirina mafên mirovan de hem di înfaza kesan a bê darizandin, hem di îşkenceya bin çavan de dane zêde bûn. Sayesetmedarên muxalif hatin girtin, girtiyên nexweş nehatin dermankirin, rojnameger hatin darizandin û girtin. Polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan, astengkirina hevdîtina li Îmraliyê bi raporan hatin qeydkirin. Bêguman ligel van hemûyan bi kûrbûna krîza aborî re xizaniya zêde, tiştên ku piştî erdheja 6’ê Sibatê ya ku navenda wê Mereş bû hatin jiyîn, qetliamên li ser jinan, jinên ku nehatin parastin û gelek bûyerên di warê mafên mirovan de li Tirkiyeyê hatin jiyîn û ketin rêza binpêkirinan.
Me bi Seroka Komeleya Mafên Mirovan Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî re bi wesîleya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, li ser binpêkirinên mafan ên ku li Tirkiyeyê çêbûne axivîn.
‘Di her warî de pirsgirêkên cidî hene’
Gulseren Yolerî diyar kir ku dema li dîroka Tirkiyeyê dinirxînin, dibînin ku bênavber maf hatine binpêkirin, li ser mafên bingehîn êrîş hebûne û vê yekê her dem anîne ziman. Gulseren Yolerî wiha di van mijaran de wiha axivî:
“Ji ber vê yekê dema ku parêzvanên mafên mirovan pênaseya binpêkirina mafan dikin, bi taybetî balê dikşînin ku li dijî mafên bingehîn polîtîkayeke ku bi pergalî tê meşandin heye. Di encama vê yekê de jî em her dem dibêjin ku her dem li dijî mafan gefek heye. Ji ber wê mirov dikare li ser binpêkirinên ku didomin nirxandinan bike. Yek jî krîzên aborî, nexweşiyên şewbê, pirsgirêkên ku bi erdhejê re zêde bûn mirov dikare behs bike. Di salên dawî de di her warî de pirsgirêk zêde dibin. Ji jin û zarokên ku li kolanan dixebitin heta girtîgehan, ji penaberan, heta texrîbata li ser xweza û axê, di her warî de gelek pirsgirêkên cidî hene.”
‘Rejîma otorîter xwe li her derê bi cih kir’
Gulseren Yolerî, bal kişand ku ew niha behsa bi pergalîkirina rejîma otorîter dikin û got: “Di her merheleyê de em dibînin ku hem di warê sererastkirina pergala sazîbûyî de, hem jî muwzuata zagonî de pêdivî bi nîqaşan heye.”
Hiqûq bê bandor maye li ser maf û azadiyê dorpêç heye
Di rojên dawî de bi taybetî biryarên Dadgeha Bilind nayên pêkanîn û hiqûq nayê naskirin. Ji bo vê yekê çalakiyên Dayikên Şemiyê weke mînak dikarin werin nîşandan. Gulseren Yolerî li ser vê rewşê jî ev nirxandin kir:
“Mînaka çalakiyên Dayikên Şemiyê ango vê yekê mirov weke mînak nîşan bide û nîqaş bike pir girîng e. Hem ji aliyê bikaranîna maf û azadiyê ve hem jî bêhiqûqiya ku bûye sedema sînorkirina wê ve Dadgeha Bilind yek ji saziyên avakar e. Em pêvajoyeke wisa de ne ku ji aliyê dewletê ve biryarên wê nayên naskirin û ji ber vê yekê biryar tên îhlalkirin. Yanî em behsa pêvajoyeke ku ji aliyê hikumetê ve Dadgeha Bilind tê îhlalkirin dikin. Ev yek nîşan dide ku di warê maf û azadiyê de biryarên Dadgeha Bilind û parastina hiqûqê ji holê rabûye. Ev mînakeke girîng e û mirov dikare bibêje ku siyasetê darazê bêbandor kiriye.
‘Pirsgirêk bêhiqûqî ye’
Bêguman dema ku em di vê pêvajoyê de behsa guherînên zagonî dikin bi taybetî dijberiya maf û azadiyê û li ser navê sazîkirina otorîterbûyînê, weke zagona dezenfarmasyonê ya bi hejmara 7145, zagona MÎT’ê, pêdivî heye ku li ser gelek zagonan nîqaş bikin. Li Tirkiyeyê beriya ku em werin ser xala pêkneanîna biryarên Dadgeha Bilind herî kêm, em dikarin heta salên 2010’an biçin û bibînin ku hêdî hêdî ber bi bêhiqûqiyê ve çûyîn heye. Vê bêhiqûqiya ku gav bi gav çêbû mixabin ji aliyê hêzên civakî û siyasetmedaran ve baş nehat nirxandin. Niha ev encam e, em di merheleya ku êdî biryarên Dadgeha Bilind jî nayên bicihanîn de ne.”
Gulseren Yolerî bal kişand ku benda 153’yemîn a Dadgeha Bilind bi awayê vekirî diyar dike ku biryarên Dadgeha Bilind saziyên dewletê jî di nav de mirovên ku dewletê temsîl dikin jî digre nava xwe û wiha domand: “Lê em dibînin ku tenê ne biryara ji bo Dayikên Şemiyê, yên ji bo Selahattîn Demîrtaş, Can Atalay, Osman Kavala jî nayên naskirin. Her diçe jî vê yekê ji jor ve di ser benda 90’an a Dadgeha Bilind de ango dema ku nakokî di warê hiqûqa hundirîn û ya navneteweyî re çêdibe, peymanên navneteweyî ango peymanên ku dewleta Tirkiyeyê îmze kiriye û pejirandiye hene û divê ev werin bicihanîn. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nayên pêkanîn. Di heman demê de em behsa benda 90’an a Dadgeha Bilind ku ji aliyê hikumetê û darazê ve hatiye binpêkirin dikin.
‘Divê werin darizandin’
Gulseren Yolerî bi bîr xist ku li Tirkiyeyê cezayên herî giran zêdetir ji ber kiryarên ku teşebusa îhlalkirina Dadgeha Bilind dikin tên dayîn û bi gotinên; “Niha em weke welatî weke hiqûqnas dibin şahid ku biryarên Dadgeha Bilind bi destê hikumetê, bi destên nûnerên hikumetê tê binpêkirin” bal kişand ku ger li welat bi rastî jî hiqûq hebûya diviyabû kesên vî sûcê dikin bihatana darizandin.
‘Tê xwestin civak ji rastiyên xwe bê dûrxistin’
Li welat, bi taybetî di van demên dawî de, ji bilî siyasetmedarên muxalîf, rojnameger û parêzvanên mafan bi destê darazê di dorpêçê de ne. Di vê mijarê de darizandinên demdirêj û binçavkirinên bêheq di rojevê de ne. Gulseren Yolerî diyar kir ku yek ji armancên sereke ya rejîmê ferzkirina serîtewandinê ye û got ku ji bo pêkanîna vê jî hewl tê dayîn civak ji rastiyan bê dûrxistin. Ji ber vê jî rojnameger dibin hedef. Gulseren Yolerî wiha got: “Dema ku em li pêvajoyên êrîşên bi taybetî yên li dijî rojnamegeran, astengkirina xebatên rojnamegerî yan rojnamegeriyê û ji holêrakirina azadiya çapemeniyê dinêrin, dibêjin gelo ev tenê çapemeniyê eleqedar dike, na di heman demê mafê raya giştî ya hînbûna rastiyê û mafê agahî girtinê gel jî asteng dike. Ji ber vê yekê, em behsa pêvajoyek ku bandorê li gihandina agahdariya ku ji me re dibe alîkar ku rewşa em tê de fam bikin dikin. Em behsa faeliyetek ku hewl dide rastiyên ku em dikarin li ser wan hevokan çêbikin ji me veşêre, dikin. Ji ber vê yekê divê em berî her tiştî diyar bikin ku her astengkirina rojnamegeran û azadiya çapemeniyê di rastiyê de derbeyeke mezin li têkoşîna mafan dide. Em her dem tînin ziman ku em bi maf û azadiyên xwe mirov in. Dirûşma me ya bingehîn mirov bi mafên xwe mirov e ye.”
Li her derê binpêkirin heye
Gulseren Yolerî, bal kişand ku ne tenê li Tirkiyeyê divê li hemû cîhanê maf bên parastin û wiha got: “Em her dem vê yekê diyar dikin; çawa ku tundiya li ser jinan, êrîşa zayendiya li dijî zarokan, tundiya li dijî ajalan û her cure binpêkirina mafên mirovan ên tên bîra me dilê me diêşînin û gefê li mirovahiya me dixwin, bi rastî jî li hinek derên cîhanê ango îro li Sûriye, Rojava û Filistînê û hemû cihên cîhanê li ku derê tundî û şer hebe, ev jî bûyerên ku dilê me diêşînin û mirovahiyê me dixe nava tengasiyê ye.
Îro li Îranê her roj nûçeyên darvekirinê digrin. Li Amerîkayê her roj nûçeyên ku mirov ji ber sedemên ewlehiyê li nîvê kuçeyê tên kuştin tên weşandin. Ev hemû di rastiyê de gefê li mirovahiyê dixwin. Ji ber vê yekê em bi israr balê dikşînin ser girîngiya parastina mafên xwe.” Gulseren Yolerî, ji ber vê yekê jî balê dikşîne ser girîngiya birêxistinkirina mafên mirovan.
‘Li gorî hiqûqa dijminatiyê tevdigerin’
Gulseren Yolerî, diyar dike ku bi taybetî di 10 salên dawî de êrîşên li ser maf û azadiyan bi taybetî piştî hilbijartinên 2015’an rewşekî gelekî hov girt. Gulseren Yolerî, da zanîn ji wê demê heta îro li hemberî hin komên dibêjin binpêkirin hatine rewşekî tê qebûlkirin, di çarçoveya binpêkirina mafan de nêzîkatiyeke tolhildanê heye. Gulseren Yolerî, ev yek wek hiqûqa dijminatiyê pênase kir û wiha got: “Em diyar dikin ku bi feraseya hiqûqa dijminatî tevdigerin.” Gulseren Yolerî, wiha axivî:
“Ger hûn behsa derveyî qanûnê dikin, hûn behsa keyfiyetê dikin, eger hûn behsa keyfiyetê dikin, hûn behsa keyfîtiya yê desthilatdariyê dikin. Ger hûn îro desthilatdariyê bi wateya ‘pergala serokatiyê’ bifikirin, ne hewce ye ku em rave bikin ka em behsa kefiyeta kê dikin; hemû kes vê yekê dizane. Dema em girtîgehan dihizirin, em behsa hiqûqa dijminatiyê dikin. Bi taybetî em behsa kesên ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd an jî têkoşîna sosyalîst de cih digirin, em gelek caran diyar dikin ku li vir hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn. Dibe ku girtîgeh rûyê herî tarî yê rejîmê, lê di heman demê de rûyê herî tazî yê rejîmê ye. Dema em li derve behsa êrîşên li dijî demokrasî û mafên mirovan dikin, tezahûrên herî zelal a vê yekê li girtîgehan derdikeve pêşiya me. Ev binpêkirinên mafan ên ku îro li girtîgehan zêde dibin, têkiliya wê bi vê diyardeyê û vê rewşê re heye. Ev yek herî rehet di girtîgehan de pêktînin. Ez hewce dibînim pergala tecrîdê ya ku ji sala 2000’î ve tê meşandin bi baldarî xêz bikim. Ev pêkanîna tecrîdê ku li girtîgehan tê pêkanîn, bi derbasbûna girtîgehên tîpa F re rewşekî pergalî bû. Di girtîgehên ewlekariya bilind ên piştre hatin pêşxistin de, pêkanîna tecrîdek hîn zêdetir girantir hat meşandin.”
‘Tecrîda li Îmraliyê belavî hemû civakê dibe’
Polîtîkaya tecrîdê ya li girtîgehan tê meşandin belavî hemû civakê dibe. Tecrîd weke du mekanên cuda yên polîtîkayeke tevayî derdikeve li pêşiya me disekne. Gulseren Yolerî, behsa hundir û derve çawa hatiye dîzaynkirin kir û helbet der barê ev polîtîkaya ku ji Girava Îmraliyê belavî hemû girtîgeh û civakê bûye de axivî:
“Em hemû dizanin pêkanîna li Îmraliyê bêhiqûqî ye. Ji ber ku di hiqûqa înfazê de wekî ku di Destûra Bingehîn de hatiye gotin qedexeya cihêkariyê heye. Cudakarî yek ji qadên sereke yên qedexe ye. Destûra Bingehîn vê yekê pir eşkere tîne ziman. Ji ber vê yekê dibêje hûn nikarin di tu qadekî de vê yekê bikin. Lê li vî welatî ji bo Girtîgeha Îmraliyê sererastkirinên taybet tên kirin. Hiqûqeke taybet hat afirandin û ev hiqûqa taybet bi tevahî li dijî Destûra Bingehîn e. Lê ev pêkanîn berdewam dike. Ev hiqûqa taybet û cudaxwaz têkiliyek nêzîk bi siyaseta vî welatî, daxwaza aştiyê ya vî welatî û helbet daxwazên vî gelî re heye. Em hemû vê yekê dizanin. Ji ber vê yekê dema ku em behsa pêkanîn û tecrîda li Îmraliyê dikin, ji hiqûqê zêdetir behsa siyasetê dikin. Li wir pêkanîna siyasetek heye.”
Gulseren Yolerî, diyar kir ku li Îmraliyê bi muzakereyên hevdîtinê re bi gel re xeyala aştiyê hat afîrandin û da zanîn dema siyaset û armancên siyasetê tên guhertin, li şûna aştiyê bendewariya derketina şer û qeyranan bilind bû. Gulseren Yolerî, da zanîn ku civak bi taybetî jî geleê Kurd der barê tenduristî û jiyana Abdullah Ocalan de agahî dixwazin û diyar kir hemû polîtîka nîşan dide ku hikûmet rûyê xwe dizivirîne ku derê û li ku derê benda sûdgirtinê ye. Gulseren Yolerî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir dikarin bi vegotina daxwazên hatine xwedî derketin û têkoşînê encam bidestxistin.
‘Rûyê me ber bi aştiyê ve ye’
Ji aliyê beşên mezin ên civakê ve tê diyar kirin ku çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê muzakere û aştî ye. Gulseren Yolerî jî, bi taybetî bal kişand ser vê yekê û diyar kir çareseriya pirsgirêkê encax bi aştiyê pekan e û anî ziman li cihekî ku aştî lê tune ye, garantîkirina mafên mirovan jî ne pêkan e. Gulseren Yolerî, wiha got: “Ji ber vê yekê rûyê me ber bi aştiyê ve ye.” Gulseren Yolerî, da zanîn guhdayîna dengê aştiyê bi polîtîkayên hikûmetê ve girêdayî ye û diyar kir yekane tişta ku dikare pêşî li vê keyfiyetê bigre hêza civakî ye û banga têkoşînê kir.