KOBANÊ – Îro zarokên ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve li bajaroka Til Xazal a Kobanê ji bo xurtkirina pêngava ” Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgireka Kurd re çareserî” ku li dijî polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi rêxistin kirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo xurtkirina tevgera Rêber Apo meşek li dar xist û azadiya fizîkî ya Apo qîr kir.
Meşa ku bi dehan zarok beşdar bûn, ji dibistana Til Xazal destpê kir û heta navenda Meclîsê berdewam kir. Piştre ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştî deqîqeya rêzgirtinê li ser navê zarokan keça bi navê YPJ Şahîn daxuyaniya çapemeniyê xwend. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ji aliyê Şahîn ve hat xwendin de, têkoşîna Rêber Apo ya ji bo zarokan hate nirxandin. Şahîn diyar kir ku ew dixwazin li Kurdistanêde bi Rêber Apo re bi hev re bijîn û got, “Weke Rêber APO got, azadî ji zarokatiyê dest pê dike. Em dixwazin bi Rêber APO re vê azadiyê pêk bînin.”
Di daxuyaniya çapemeniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Rêber Apo ji bo hemû gelan û gelê Kurd kedeke mezin daye. Ji bo ku em zarok karibin bi zimanê xwe biaxivin û bixwînin, kedeke mezin daye. Lewma weke zarokên Kurdistanê û bi taybet zarokên Kobanê em qebûl nakin. Rêber Apo di zindanê de ye.Em dixwazin di bin Rêbertiya xwe de li Kurdistanê bi hev re bijîn. Ji ber ku weke Rêber Apo gotiye azadî ji zarokatiyê dest pê dike.Em dixwazin bi Rêber APO re vê azadiyê bi dest bixin. Axir em weke zarokên Kobanê em jî tevlî hamleya azadî ji bo Rêber APO, çareseriya pirsgirêka Kurd dibin û li dijî Rêber APO her cure çalakiyan li dar dixin.” ‘Em dixwazin tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêkbinin.”
Daxuyanaî bi Sloganên Bê Serok Jiyan Nabe û Bijî Serok Apo hat bi dawî kirin.