REQA – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqa pirtûkxaneyekî gerok dest pê kir, di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”.
Her wiha, çalakî li ber Meclisa Ehmed El-Cenem bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîşê Mezlûm Hamû li ser girîngiya rola ciwanan di belavkirina fikir û felsefeyê Rêber Apo de axivî û destnîşan kir ku ew ê hemleyê bidomînin heya ku azadiya Rêber Apo pêk were. Çalakî bi xwendina pirtûkan berdewam kir û bi dîlan bi dawî bû