ŞENGAL – Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo, di nava civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê de, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” standa pirtûkên Rêber Apo danîn û her bi vê mebestê belavok jî hatin belavkirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi armanca belavkirina fikrên Rêber Ocalan di nava civaka Êzidî de û hemû pêkhateyên Şengalê de di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li navenda Şengalê standa pirtûkan danîn û li ser rêyên giştî, belavok derbarê berxwedana Rêber Apo ya Îmraliyê de belavkirin.
Di standê de parêznameyên Rêber Apo yên bi zimanê Kurdî û Erebî, pirtûka pêşenga Tevgera Jin û yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) ya bi navê ‘Jiyana min her şer bû’ jî hate danîn. Bi taybet jinên ciwan û xwendekar eleqe nîşana standê dan. Her wiha jinên ciwan derbarê rewşa îmraliyê, berxwedana Rêber Ocalan û girîngiya naskirina fikrên Rêber Apo de belavok li ser rêyên giştî belavkirin.
Ji bo balbikişînin ser standê li navenda bajêr stranên li ser Rêber Apo hate pêxistin û ev jî hişt zêdetir bala xelkê bê ser standê.
Endamê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Zerdeşt Şemo têkildarî standê û armanca wan ya ji vê çalakiyê de diyar kir, wan çalakiya xwe li pêş Meclisa Gel a Şengalê danîne û van agahiyan da: “Armanca me ya ji vê çalakiyê ewe em, fikrê Rêber Apo di nava ciwanên Êzidî de zêdetir belav bikin. 9 sale naskirina ciwanên Êzidî ji fikre Rêber Apo re heye û em xwe li ser vî fikrî perwerde dikin. Ya rastîn em dixwazin ciwanên ne Êzidî yên Şengalê hemû jî bên ser vî fikrî. Banga min li hemû ciwanên Êzidî, Ereb û Kurd yên li Şengalê dijîn dikim, em li ser vî fikrî xwe rêxistin bikin û rêxistina xwe jî mezin bikin.”
Ciwanê bi navê Nashan Xidir jî dazanîn, ev weke kampanyayeke xwendin û belavkirina pirtûkên Rêber Apo di nava civaka Êzidî de ye û wiha axivî: “Em dixwazin ciwanên me pirtûkên Rêber Apo bixwînin, ji bo bikarin xwe perwerde û rêxistin bikin. Bixwere civaka xwe jî perwerde bikin. Rêbertî dixwaze ciwan xwe perwerde û rêxistin bikin. Ji bo vê divê ciwan jî fikrên Rêbertî bixwînin.”