NAVENDA NUÇEYAN – Li gorî raporan, deweleta Tirk a dagirker, Qeter, Hemas û Îsraîlê hewl didin xelkê Xezayê veguhêzin Bakurê Kurdistanê û Qibrisê. Di raporan de tê gotin, dewleta Tirk plana bicihkirina derdora 250 hezar filistiniyên li Xezayê li Bakurê Kurdistanê û bakurê Qibrisê ya dagirkirî bi rêxistin dike. Malpera Defence & Four Affairs bi raporekê planê bi berfirehî şîrove dike û diyar dike ku ev plan dê bi hemanengiya Qeter, Hemas û Îsraîlê be.
Di raporê de tê aşkerakirin ku şêwirên berfireh di navbera saziyên îstîxbaratê yên Tirkiye, Qeter û berpirsên Hemasê de pêk hat. Di raporê tê destnîşankirin ku giraniya şêwiran li ser aloziya demdirêj a li Xezayê, plana veguhestina hejmareke mezin a filistîniyên ji Xezayê ber bi welatên din ve ne, da ku ji nû ve dînamîkên jeosiyasî li rojhilatê Deryaya Spî bên avakirin.
Her wiha ji mijarên sereke yên planê ew e ku Tirkiye difikire ku navbera 200-250 hezar filistîniyên ji Xezayê li Bakurê Kurdistanê bi cih bike. Her wiha hejmareke mezin a penaberan li bakurê Qibrisê ya dagirkirî, bi taybet li herêma Famagustayê bi cih bike.
Li gorî heman raporê, ev plan xizmeta gelek armancên stratejîk ên Tirkiyeyê dike. Armanca yekem Tirkiye di cîhana Misilmanan de weke aktorekî ku ji aliyê “foneke taybet” a ji bo filistîniyan tê destekkirin, cih digire. Ya duyemîn bicihkirina filistîniyan li bakurê Qibrisê yê dagirkirî dehef dide ku komara bakurê Qibirsê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye naskirin, bê naskirin.
Ji tevgerên Tirkiyeyê xuya dibin ku ew armanc dike têkiliyan bi Îsraîlê re normalîze bike.
Her wiha dewleta Tirk bi rêya veguhastina penaberên Filistînê ber bi Tirkiyeyê ve hêvî dike ku zexta li ser Îsraîlê ya bi sedema zêdebûna hejmara niştecihên Filistînê li Xezayê, kêm bike. Ev plan li gorî niyetên Îsraîlê ye ku filistîniyên ji Şerîda Xezayê werin veguhestin. Ev jî dide nîşandan ku di tevgerên jeosiyasî yên navbera her du dewletan de hemahengiyek heye. Dîsa li gorî raporê plana berfireh a Tirkiyeyê avakirina desteyeke navneteweyî bi rêya Neteweyên Yekbûyî û bi pêşengiya Tirkiyeyê mîsoger dike.
Di planê de avakirina sîstemeke navneteweyî ya ewlehî û rêvebirina Xezayê ku di bin rêvebirina Tirkiyeyê de be heye. Li gorî planê zext li civata navneteweyî di serî Yekitiya Ewropayê were kirin da ku bernameya bicihkirina Filistînê nas bikin û destekê didin bernameyê. Ev plan bi awayekî mezin armanca stratejîk a Tirkiyeyê ya berfirehkirina hegemoniya xwe li rojhilatê Deryaya Spî îsbat dike.
Di raporê de behsa rewşa heyî ya li bakurê Qibris a dagirkirî tê kirin ku pêşwaziya şaneyên “îslamî” yên cuda dike û zemîneke diravî û rêxistinkirî ji bo “îslama tundraw” e.
Eger ev plan bikeve pratîkê dê bi awayekî mezin dînamîkên demografî û siyasî ya rojhilatê Deryaya Spî biguhere, di heman demê de dibe têkiliyên Tirkiye bi cîranên xwe, Yekitiya Ewropayê û civaka navneteweyî ji nû ve saz bike. Ev jî îsbata herî mezin e ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker li ser hesabê koçberkirina filistîniyan û guhertina demografiya herêmê hewl dide cihekî xwe yê mezin li herêmê çêke.
Ji delîlên din ên derewên Erdogan ew e ku di qutkirina têkiliyên aborî bi Îsraîlê re ne cidî ye. Erdogan ji destpêka operasyon Hemasê ya 7′ê Cotmehê ve, xwe wekî piştevanê xelkê Xezayê nîşan da. Ruxmî wê jî, bazirganiya Tirkiye bi Îsraîlê re salane 7 milyar dolar e. Li gor raporan, ji dema AKP`ê gihaştiye desthilata Tirkiyeyê, bazirganî zêde bûye.
Ji vê zêdetir ji 7′ê Cotmehê ve, keştiya hewayê yên di navbera Stenbol û Til Avîvê rawestiya. Lê li gorî hin raporan, şirketa keştiyên hewayî yên Tirkiyeyê heftane bi kêmanî 8 rêwîtî di navbera her du welatan de bi rêxistin kir. Ji vê zêdetir hejmareke mezin a tûrîzmên Îsraîlî salen serdana Tirkiyeyê dikin.
Xîtabê Erdogan ê li dijî Îsraîl, wesîleyekê ji serokê dewleta Tirk a dagirker re peyda dike ji bo ku balê gelê Tirkiyeyê ji ser rewşa aboriyê bikişîne û bi tiştên din mijul bike. Enflasyon, bêkarî û enflasyon zêde bûye. Lîreyê Tirk bi paş ketiye. Her dolarek 29 lîre ye.
Erdogan hêvî dike, di hilbijartinên 2024`an bi ser keve û dîsa bajarên sereke wek Stenbol û Enqere ji nû ve control bike. Ji ber wê di xîtabê xwe de piştgiriya Hemas û filistîniyan dike.
Her wiha KAN TV ya Îsraîlê ragihandibû ku keştiyeke ku derdora 4 hezar û 500 ton sebze û mêwe lê barkirî, ji Tirkiyeyê derketiye û li bendera Heyfayê sekinî da ku destekê bide Îsraîlê, piştî ku ji ber şer ziyan gihaşt deverên çandiniyê.