TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqa dest bi pirtûkxaneyekî gerok kir, di bin dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî”.
Îro li pirtûkxane li Mehmûdlî û Tuweyhinayê bû. Li wir berdevkêê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê Ala El-Elî axivî ji bo vekirina pirtûkxane û bixêrhatina hemû kesên amade kir. El-Elî bal kişand li ser danasîna Rêber Apo, pirtûk û ramanên wî girêdayî neteweya demokratîk û jiyana hevbeş.
Çalakiya pirtûkxaneya gerok wê sê rojan berdewam bike û hemû herêmên Tebqa û gundewarê wê bigire nava xwe.