BEHDÎNAN – 9 ciwanên têkoşer ku ji ciwanên Kurd û Ereb pêk tên, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku tevlî nava refên gerîla bûne. Ciwanan diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Onder APO ê ku derfeta jiyana li ser xeta heqîqetê û parastina mirovahiyê afirandiye têbikoşin û gotin “Ev xeta şehîdên me ye, em ê heta serkeftinê bi vê xetê bimeşin. Weke ciwan em dixwazin bersivê bidin şehîdên xwe, em ê xeyalên wan pêk bînin.”
Ajansa me Nûçe Ciwan ji ciwanên tevlî nava refên gerîla bûne re axivî:
Navê min Vejin Jiyan e. Ez ji bajare Afrinê me. Ez bi şehadeta Heval Vejin Jiyan bandor bûm û min nave wî rakir. Ez ê tola şehîd Heval Vejin rakim û çeka şehidan li erdê nehelim. Armanc û hedefa min ji bo tevlibûna xwe di nav refên gerîla ye eve; rizgariya Rêber APO ji zindana Imraliyê ye. Rizgariya jinên bindest, rizgariya jinên ciwan ku bi temenê biçuk tên zewicandin, jiyanke xwes ji bo welatê xwe ye.
Histên min li beramberî Rêbertî ez tam nikarim binin li ser ziman ji ber her çiqas mîrov biaxafe tê nake. Ev rêya azadiyê ye, rêya rast e û li ser axiftin nabe. Mîrov dema tevlî vê rastiyê dibe dikare rastî fêm bike. Ez bi Rêber APO gelek bandor bûm. Malbata min malbatek welatparez e, dayîka min bu alikar dema min xwast tevlî vê rêya rast bibim. Û bi dawî bangawaziya min ji bo hemû ciwan û jinên ciwan ku tevlî rêya azadiyê û rêya rast bibin ji bo xwe nasbikin û welatê xwe biparizin.
Navê min Elî Tolhildan Amanos. Di 27’ê Mijdarê 2023 ez tevlî Partîyê bûm. Sedemê yekemîn ê tevlîbûnê min tolhildan e û duyemîn salvegera damezrandina PKK ye. Em hemû dizanin ku dewleta tirk a faşîst her tim ciwanên di nav civakê de hedef digire, ji ber ku ew ciwan dilê şoreşê ne. Dewleta tirk a faşîst herî dawî navenda me ya Ciwanan a Minbic hedef girt. Ji bo ku bibim bersiv ji bo vê lêdanê, li ser vê esasî, min dixwest tevlî partî bibim, cihê xwe di nav refên Partiya Karkerên Kurdistanê de bigirim û rêyê xwe berdewam bikim.
Ez bangawaziya hemû ciwan û jinên ciwan dikim ji bo ku tevlî Partî bibim ji bo ku xwe ji koletiyê xelas bikin. Tevlîbûna min gavê yekemîn ji tolhildanê ye. Ev ne bersivekî terker e, lê ew bersiv wê di pêşerojê de were dayîn. Dîsa ez bangawazî ciwanan dikim ku werin tevlî partî bibin ji ber azadiya xwe û di hundirê refên Partiya Karkerên Kurdistanê de ye. Serkeftinê ji bo hemû hevalên li her derê û azadîya fîzîkî ji bo Rêber Apo dixwazim. Serkeftin.