KOBANÊ – Li navçeya Qinê ya Kobanê Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya hemleyê “Mala xwe, taxa xwe, axa xwe û welatê xwe biparêze” semînerek li ser Şerê Taybet da.
Nêzî 50 ciwan tê de amade bûn. Semîner li ser esasê danasîna şêwazên êrîşên zirav ên dewletên dagirker ji bo parçekirina civakê û bi taybet ji bo xirabkirina ciwanan hat dayîn. Semîner bi berzkirina silogana “Bê Serok Jiyan Nabê” bi dawî bû.