NAVENDA NUÇEYAN
Yek deqe bisekine û bifikire ecêba tu çawa dixwazî jîyan bikî?
Jiyan çiye? Çi lazime ji bo jiyanê? Çi mirin bi xwe xwe de dîtine, çi jiyan avadike?
Jiyan bi civakbuyînê re, bi ax û welat,bi xwezayê ve girêdayî ye. Civakbuyîn dema em mezin dibin li gel dayîka xwe fêrdibin. Jin herî zêde bi ax û welat ve girêdayiye. Xweza jî di cewheriya jin de diyar dibe…
Lê em niha di nava şer de ne, şerê cîhanê, şerê jiyanê. Kuştin û mirin her roj çêdibin, jin û jiyan tê tinekirin, hebûna civakê tê tinekirin. Xweza, ax û welat tê tinekirin. Lê tu dixwazî jiyan bikî, ji bo jiyana mirov ev a herî girînge. Bê ax û welat tu wê çawa jiyan biki? Bê xweza tu wê çawa jiyan bikî? Eger jin nema, civakbuyîn nema, civak nema tu wê çawa bikarî bibî mirov, tu çawa jiyan bikî? Mesela pirsên herî esas evin.
Niha pergalek ku em bi modernîteya Kapîtalist bi nav dikin dixwaze di giştî cîhanê de xwe serwer bike. Cihên ku hîn ne gihiştîyê dixwaze bi rêbazên cur be cur, bi şerê cîhanê,bi şerê jiyanê yanî şerê taybet û pskolojîk xwe bigihînê. Ji bo wê bernameyên plansazîyên bi kurahî û demdirêjî derdixin.
Rojhilata Navin weke cihê ku heya îro hêzên modernîteya kapîtalîst nikarîbun tam bixin bin kontrola xwe. Ji bo wê li rojhilata navîn şerekî giran diqewime û her roj kuştin, bombarduman kirin û tinekirin çêdibe. Na tenê aliyê fizîkî de,alîyê pîskolojî de jî êrişên pir giran ser civaka Rojhilata Navîn de heye. Ser ax û xwezayê ji heye. Ser şexs û civakê jî heye. Ji ber jin weke sembola xwezayê ax û welat civakbuyinê di cewhera xwede parastin û pêşengtîya wê dike êrişên herî giran ser jin de heye.
Ji ber ciwan bi enerjiya dînamîzma û lêkolînên xwe dikarin bibin bersiv li hember wan êrişkaran, dikarin bibin pêşengên civak û jiyaneke nu hêzên pergala modernîteya kapîtalist herî zêde dixwazin bandora xwe ser ciwanan çêdikin û lêhurbuna wan, lêkolîna wan bixin bin kontirol û bandora xwe.
Ev şer em têdene ne şerekî ku li cihekî diqewime û cihekî cuda de nîne. Ev şer, şerekî ku her kêlîya jiyanê de,di her cihekî ku di cîhanê de êrişên xwe pêktîne û bandora xwe çêdike. Ji bo wê lazime jiyan di her kêliyê de were rêxistinkirin û parastin. Alîyê fizîkî de û alîyê pskolojî de jî. Eger em nikarin xwe bi parêzin emê çawa civaka xwe biparêzin? Eger em axa xwe û xwezayê ne parêzin emê çawa bikarin jiyanê bi parêzin? Her kêlîya jiyana xwede em jiyan yan mirinê avadikin,lê em nakevin ferqa wê yan giranîya wê. Her kêlîya jiyana xwe de pêwiste em bi wê berpirsyartîyê bijîn.
Baldar be û bifikire. Jiyan an mirin? Hebun an tunebun? Azadî an koletî? Civakbuyîn an Fertperestî? Serxwebun an bindestî?
Xwe nexapîne,eger tu nekî kî dike? Eger tu niha parastina xwezayê nekî kî wê bike? Ecêba tu dixwazî zarokên di cîhanek wisa mezin dibin? Şuna te kes neke,ji bo wê lazime tu bikî û pêşeroja xwe,civaka xwe avabikî. Axa xwe û xwezayê biparêze,civakê biparêze û êdî bibe mînak ji bo gelên bindest ku li cîhanê de di bin koletîyê û zexta pergala modernîteya kapîtalist dixwazin hebuna xwe bidomînin.
Raste tekoşîn zehmete. Jîyan zehmete. Mirin hêsane. Ji bo wê xwe xort bike û têbikoşe. Civaka xwe xort bike û rêxistin bike. Tiştê tu winda dike tenê yeke, mirin, lê tiştê tu qezenç bikî pir zêdeye. Êdî mirin berde, jiyanê hilbijêre û têbikoşe. Derveyî wê pergalê modernîteya kapîtalist rêyeke cûda ji bo însan, ji bo civak û civakbuyinê nehiştîye û nahêle jî. Çawa dayîka te te bi ked û xwîn mezin dikir,pêwîste tu jî bi ked û xwîn jiyanê biparêzî û biafirînî. Keda dayîka xwe xerç neke.Jîyaneke mirin û vala jîyan neke. Baş bifikire û bersiv bide.
Tu dixwazî çawa bijî û niha şunde êdî gav biaxêve.