SILÊMANÎ – Nûnera Ciwanên Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Nadiya Yûsif bi berpirsiyarê Desteya Bilind a Rêxistina Xwendevan û Ciwanên Kurdistanê Şako Şawan li Silêmanî civîya.
Nîqaş li ser xurtkirina peywendiyên di navbera rêxistin û tevgerên ciwanan li herêmê bi giştî û girîngiya serdan, pevguhertina ezmûnan û lidarxistina çalakiyên hevbeş ên ciwanan hate kirin.
Her wiha li ser yekemîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê di bin silogana “Ciwan Dîrokê Dinivîsin” ku li Parîsê hat lidarxistin, beşdarbûna Ciwanên MSD û girîngiya wê ya dîrokî û stratîjîk ji bo hemû cîhanê û bi taybet ji bo ciwanan hate nîqaşkirin.
Li ser konferansên berê yên ciwanan li ser asta Rojhilata Navîn û giringiya wan hat nîqaş kirin û pêwîstiya amadekarî û beşdariya bi bandor ji bo konferansa çaremîn a Rojhilata Navîn û qonaxa wê ya dîrokî hatin diyar kirin.