TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê pirtûkxaneya gerok ku pirtûk û nirxandinên Rêber Apo hilgirtiye di roja xwe ya duyemîn de di bin dirûşmeya hemleya navnetewî “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de berdewam dike.
Îro pirtukxane li ber navenda Çandê ya taxa Cerniyê bû, bi amadebûna sazî û gelê herêmê. Li wir, berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Rewda Mihemed axivî. Berdevkê Ciwanên Şoreşger bi xêrhatina beşdaran kir û bal kişand li ser hemleya navnetewî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Rewda Mihemed destnîşan kir ku belavkirina fikira neteweya demokratîk û xurtkirina bîngehê biratiya gelan di civakê de li gorî pirtûk û nîvîsên Rêber Apo armancê vê çalakîyê ye.