MEXMÛR – Çalakvanên çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ev 148 rojin bê navber di çalakiyê de ne gotin: “Rêber Apo mafê jinê diparêze û divê em xwedî li Rêberê xwe derbikevin. Ji ber ku Rêber Apo xeta me ya sor e!” Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmehê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 148’emîn de bi biryardariyek xurt berdewam dike.
Çalakî her 5 rojan carekî ji aliyê komek nu ve tê dewrgirtin. Di çalakiyê de perspektîfên Rêber Apo tên gûhdarkirin û sînevîzyonên têkildarî pêvajo û Rêber Apo tên temaşekirin. Bi wê ve girêdayî semîner jî tên dayîn û stran tên gotin. Bê navber xelkê wargehê bi her sê meclîs û komîteyên xwe ve serdana çalakiyê dikin û pitşgiriya xwe didin nîşandan.
‘Emê heta dawî li pey doza Rêber Apo biçin’
Yek ji xebatkarê komîna Semta Şehîd Elîşêr, Mihemed Egîd ku hatibû serdana çalakiya nobetê, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku Rêber Apo xeta wan a sore û ji bo azadiya wî çi bê xwestin wê bikin û got: “Çalakiya me, ji bo azadiya Rêber Apo ye. Me soz daye Rêberê xwe, heta mirinê emê li pey doza wî biçin û ji bo azadiya Rêberê xwe emê çalakiyan bikin. Rêber Apo xeta me ya sor e, ji bo wê jî emê Rêberê xwe ji bin wê zilmê xilas bikin. Em wek gelê Mexmûrê çalakiya girtîgehan û çalakiya dayîkên aştiyê ji dil silav dikin û pitşgiriya xwe bi wan re didin nîşandan. Em bi çalakvanên girtî re ne û wê çalakiya me serbikeve. Divê hemû kesên xwedî şeref, ji bo Rêber Apo têbikoşin.”
‘Dem dema azadiyê ye’
Her wiha çalakvana bi navê Nalîn Gokalp jî li ser heman mijarê peyivî û ev tişt anîn ser ziman: “Em jî wek Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê ji bo azadiya Rêberê xwe, tevlî çalakiyê bûne. Rêber Apo mafê ku ji jinê hatî standin, daye jinê. Rêberê me heta dawî xwedî li jinê derketiye û divê em jî weke jinên ciwan xwedî li Rêberê xwe derbikevin. Felsefa Rêber Apo, rênîşana me ye û divê em xwedî li felsefa Rêber Apo derbikevin. Dem dema azadiyê ye. Ji bo wê banga min ji tevahî ciwan û bi taybet jî ji jinên ciwan re ewe ku rabin ser xwe û xwedî li Rêber Apo derbikevin.”