HPG’ê nasnameya 3 lehengên azadiyê eşkere kir

HPG’ê nasnameyên 3 şehîdên azadiyê eşkere kir

NAVENDA NUÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê Gerîlayên Azadiyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyanî da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“10’ê Adara 2023’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, hevrêyên me yên hêja Alî Xebat, Rênas û Cesûr şehîd bûn.

Hevrêyên me Alî Xebat, Rênas û Cesûr li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê tê meşandin û paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê weke alternatîf dîtin. Bi xwestek û hezkirineke mezin beşdarî têkoşîna me bûn. Hevrêyên me her kêliya têkoşîna xwe bi vê zanebûn û berxwedanê derbas kirin. Di gelek qadan de beşdarî têkoşîna şoreşger bûn û ji bo siberoja azad a gelên me hewl dan. Hevrêyên me Alî Xebat, Rênas û Cesûr li her devera ku lê ne, weke endamên felsefeya Apoyî bi seknên xwe di dilê gel û hevrêyên me de cih girtin. Hevrêyên me ji bo her xebatê ji dervey serketinê tiştekî din qebûl nedikirin. Bi tempoyeke bêyî sekin têkoşiyan û wezîfe û berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih anîn. Hevrêyên me Alî Xebat, Rênas û Cesûr bi van taybetmendiyên xwe bûn mîlîtanên Apoyî yên mînak. Wê her tim di têkoşîna me de bijîn û ji me re pêşengiyê bikin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Alî Xebat, Rênas û Cesûr, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Alî Xebat Botan
Nav û Paşnav: Erdînç Bolcal
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik – Bav: Melahat – Asif
Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Adara 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Rênas Raperîn
Nav û Paşnav: Faîk Aydin
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik – Bav: Xayle – Seîd
Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Adara 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Cesûr Vedat Welat
Nav û Paşnav: Abdulmuttalip Dogrûcû
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Yuksel – Fahrettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Adara 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

BI HEMÛ HEYÎNA XWE JI YEKBÛNA AZAD Û WEKHEV A GELAN BAWER KIR

Hewl tê dayîn ku li Rojhilata Navîn hemû gelan bikin dijminê hev. Lê Rêber Apo ji Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê re bi projeya Netewa Demokratîk bû çavkaniya jiyanê û hêviya hemû gelên bindest. Lewma gelên ku di bin komkujî û zextên sîstema kapîtalîst û hevkarên wê netew-dewlet ên li Rojhilata Navîn de dojehê dijîn, di fikrên Rêber Apo de siberoja azad dibînin û her roj hîn zêdetir beşdarî nava refên têkoşînê dibin. Di serî de Ereb ji gelên hemû herêmê her kesê ku dilê wî/ê ji bo şoreş, sosyalîst û azadiyê çêdide beşdarî têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê tê meşandin dibe û li dijî faşîzm û mêtingeriyê şer dike.

Hevrêyê me Alî Xebat yek ji hevrêyên me bû ku ji fikrên Rêber Apo bandor bû û beşdarî têkoşîna me ya azadiyê bû. Hevrêyê me li Edeneyê di nava malbateke ji gelê Ereb (Nastûrî) de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî xwedî kevneşopiya şoreşgeriyê bû, hevrêyê me Alî bi çand û exlaqê şoreşgerî mezin bû. Malbata hêja ya hevrêyê me Alî Xebat, ew bi baweriya ji xwişk û biratiya gelan û sosyalîzmê re mezin kir. Lewma hevrêyê me Alî Xebat ji temenê zarokatiyê û vir ve li hemberî derdora xwe bi hestiyar bû. Li hemberî tiştên diqewimin timî diket nava lêpirsînan. Di van lêpirsînan de rastiya dewleta Tirk baş nas kir û fêm kir ku dewleta Tirk a qirker xwe li ser tunebûna gelên herêmê ava kiriye. Ji ber ku weke kesekî ji gelê Ereb nikare bi zimanê xwe rehetî baxive û nikare bi xwesteka xwe çanda xwe bijî, li hemberî dewleta Tirk bû xwedî hêrseke mezin.

Hevrêyê me Alî Xebat di pêvajoya komploya navneteweyî de ya sala 1999’an li hemberî Rêberê me hate kirin, rastiya partiya me PKK û Rêber Apo nas kir, bi taybetî jî kete bin bandora çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ku ji bo xwedîderketina li Rêberê me hatin kirin. Hevrêyê me Alî Xebat ku bi kesayetiya xwe ji sosyalîzm, yekbûna azad û wekhev a gelan bawer kir, ji bo bîranîna şoreşgerên di van çalakiyan de şehîd bûn, biryar da ku tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêyê me destpêkê beşdarî karên ciwanan bû, bi karakterê xwe yê têkoşer û hêrsa kûr a li dijî dijmin bi rengekî çalak tevlî bû. Hevrêyê me ku jêhatî û têgihiştî bû, di kesayetiya xwe de di demeke kurt de pêşketinên girîng afirand. Piştre jî derbasî nava karên çapemeniyê bû, li vê qadê jî di demeke kurt de şareza bû. Di demên ku bi rengekî çalak beşdarî nava têkoşînê bû, ji sekna jiyanê, kesayetî û têkoşîna ji bo armancê ya milîtanên Apoyî bi bandor bû, xwest felsefeya Rêber Apo ya ku ev sekn afirandiye ji nêz ve nas bike û li ser bingeha vê felsefeyê di kesayetiya xwe de şoreşê pêk bîne. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku ev yek tenê bi têkoşîneke bi rêbaza profesyonel dikare pêk were û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Lê belê ji ber şarezabûyîna xwe ya di nava karê dimeşand de, demeke din li Tirkiyeyê kar kir. Di kar de ji bo belavkirina felsefeya Rêber Apo û danasîna bi gelên Tirkiyeyê re bi tempoyeke bilind kar kir. Li hemberî gef, zext û polîtîkayên tepisandinê yên dijmin, tawîz ji bawerî û fikrê xwe neda, karê xwe her roj hîn bêhtir mezin kir. Hevrêyê me gelek caran hate binçavkirin û her carê jî daxwaza xwe ya ji bo têkoşînê xurt kir. Hevrêyê me Alî Xebat nêzî salekê li zindana dewleta Tirk a mêtinger ma, ji bo xwe zindan kir mîna akademiyê û hîn bi xurtî tevlî têkoşînê bû. Piştî ku ji zindanê derket demeke din karê xwe dewam kir û sala 2009’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku bi hesreta wan bû û beşdarî nava refên gerîla bû.

BANDORA AZADIYÊ YA ÇIYÊ HÎS KIR

Hevrêyê me Alî Xebat tevlîbûna xwe ya li nava gerîla weke jiyanek ji bo armancê û dilsoziya di asta eşq û dilxwaziyê ya li jiyanê pênase kir, ji roja destpêkê ya jiyana gerîla û pê ve tevlîbûnek li gorî vê sekna xwe pêk anî. Li nava refên gerîla ku weke şoreşgerekî xwedî daneheviyeke îdeolojîk û rêxistinî tevlî bû, perwerdeya xwe ya destpêkê li Akademiya Mazlûm Dogan wergirt, bi vê pêvajoya perwerdeyê re hîn bi çalak tevlî nava jiyana gerîla bû. Hevrêyê me ku bandora azadiyê ya çiyê hîs kir, bi kelecan û coşeke mezin pêşengî ji her detayên jiyanê re kir. Destpêkê li herêmên Xakurkê û Metîna kar kir, piştre 3 salan tevlî nava karên çapemeniyê bû. Bi saya tecrûbeyên ji vê qadê wergirtî, tevkariyeke mezin li vî karî kir. Mîrateya çapemeniya azad a ku ji Gûrbetellî Ersozan û Halîl Dagan wergirt, ji bo hêjayî bîranîna wan be, bi berpirsyarî meşand. Piştre jî dema ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava û Şengalê zêde bûn û li hemberî gelê me komkujî hate kirin, bêteredût cihê xwe li gel gelê me girt. Di şerê dijî çeteyan de li ser xeta fedaîtiyê têkoşiya, tevî ku du caran bi giranî birîndar bû tawîz ji têkoşînê neda. Piştî ku çete di asteke girîng de hatin têkbirin, wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî û bi serbilindî careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Piştre jî têkoşîna xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam kir û wezîfeyên girîng bi cih anî. Bi taybetî taktîka şer a dema nû bi serketî meşand û ji bo vê jî fedakariyeke mezin kir.

Hevrêyê me Alî Xebat jiyana PKK’ê weke rewşa şênber a azadiyê pênase kir, bi vê têgihiştinê wate tevlî her kêliya jiyanê kir. Hevrêyê me di têkiliyên bi hevrêyên xwe re yekîtiya azad ji xwe re kir esas, her hevrêyên xwe hîs kir. Ji ber vê yekê jî di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî, li gel hevrêtiya xwe ya xurt bi nivîs û helbestên xwe şopên mayînde li jiyanê hiştin. Ji dema ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir heta şehîd bû, qet nesekinî û meşeke şoreşgerî ya tijî serketinê meşand. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku di têkoşîna xwe de her tim xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Alî Xebat derkevin.

LI SER ŞOPA BIRAYÊN XWE RÊNAS ANDOK Û FERHAT RODÎ MEŞIYA

Hevrêyê me Rênas li gundê Elî Kuleka yê Mûş Kopê di nava malbateke welatparêz ku berdêlên mezin ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê da de ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbat û têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê geş bûyî li hemû Kurdistanê çalak bû, ji temenê biçûk ve têkoşîna me nas kir. Hevrêyê me Rênas ku bi saya exlaq û çanda paqij ku ji malbata xwe wergirtî di nav malbat û derdora xwe de dihate hezkirin, bi fedakariya xwe ya di jiyanê de û bi kesayatiya xwe ya kedkar bûye layiqî vê. Hevrêyê me Rênas ku piraniya emrê xwe li Ewropayê derbas kir, ewilî li vê derê di nava xebatên ciwanan de cih girt. Di xebatên ku demeke dirêj tê de cih girtiye, ji bo parastina cewherê ciwanên Kurd ên ku weke wî neçar mane ji Kurdistanê koçber bibin, ji bo ku ji têkoşîna me û rastiya gelê me qut nebin, kedeke girîng da. Tevî ku salên dirêj ji welatê me Kurdistanê dûr jiyabe jî, hevrêyê me karî ziman, çand û nirxên civakî yên ku di kesayeta xwe de afirandiye biparêze û bi vê taybetmendiyê ji bo hemû ciwanên Kurd bûye mînak.

Hevrêyê me Rênas ku têkoşîna me ya azadiyê û pêşketinên şerê li Kurdistanê her tim dişopand, ji şehadetan gelekî bandor bû. Ji rastiya ku ji bilî mezinkirina têkoşînê ti vebijêrkeke din nîne, ji bo xwedîderketina li bîranîna hevrêyên me yên gihîştine şehadetê bi dayina her şêwe fedakariyan re hevrêya me Rênas hewl da têkoşîna xwe li ser vê bingehê mezin bike. Hevrêyê me ku piştî karê xwe yê ciwantiyê berê xwe da xebatên civakî, ji bo rêxistinbûna gelê me yê li Ewropayê gelekî xebitî. Tevlîbûna birayên wî Ferhat Rodî (Saygi Aydin) di sala 2011’an de û Rênas Andok (Ferhat Aydin) di sala 2013’an de bandoreke kûr li wî kiribû. Di heman demê de şehadeta gelek xizmên wî yên nêz, kir ku hevrêya me Rênas xwe bêhtir berpirsyar bibîne. Bi taybetî şehadeta birayê wî Rênas Andok (Ferhat Aydin) di sala 2014’an de di şerê li dijî çeteyan de ku bi awayekî fedaî şer kir, biryardariya hevrêyê me Rênas a ji bo têkoşînê zêdetir kir.

Hevrêyê me ku di wê zanabûnê de ye xwedîderketina li bîranîna şehîdan û xwedîderketina li mîrateya wan a têkoşînê, bilindkirina çeka wan e û li ser vê esasê sala 2016’an dema ku li dijî dagirkeriyê têkoşîneke xurt hate meşandin, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Rênas ku berê zewicî bû û zarokek wî hebû, di heman salê de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû da ku hemû zarokên Kurdistanê li welatekî azad, bi rûmet bijîn.

Hevrêyê me Rênas ku xwedî tecrûbeyên rêxistinî û hişmendiya îdeolojîk bû, bi kesayetiya xwe ya gihîştî û bi tevlîbûna xwe ya dirust, hêj di rojên destpêkê yên jiyana xwe ya gerîlatiyê de hurmeta hevrêyên xwe qezenc kiribû. Hevrêyê me yê pêşî li Dibistana Partî ya Navendî ya Mazlûm Dogan perwerde dît, li wir jî xwe di warê îdeolojiyê de hîn xurtir kir. Lê belê hevrêyê me Rênas ku dixwest xwe ji aliyê leşkerî ve bi pêş bixîne û bi awayekî çalak tevlî pêvajoya şer bibe, bi pêşniyara xwe tevlî perwerdehiya şervanên nû bû, xwe li ser taktîkên bingehîn ên gerîlatî û şer perwerde kir. Di heman demê de hevrêyê me ku derfet dît li ser jiyana kapîtalîst a Ewropayê lêhûrbûnê bike, ku demeke dirêj lê jiya û bandorên wê li ser kesayeta wî kiriye. Bi lêhûrbûnên kûr ên ku jiyaye yek bi yek ji van taybetmendiyan rizgar bûye û ji bo bibe ferdekî azad û milîtanekî jêhatî, gavên xurt avêtiye.

Hevrêyê me yê ku ev dewreya perwerdehiyê bi serketî bi dawî kir, bi taybetî ji ber bi hevrêyên xwe yên ciwan re heman hawirdorê parve kir û bi ruhê wan ê ciwantiyê gelekî bandor bû. Her çendî xwest di eniya şer de cih bigire û li dijî dewleta Tirk a qirker şer bike jî, ji ber pêwîstiyan berê xwe da xebatên cuda. Hevrêyê me ku di xebatên girîng de ku hakîmiyeta îdeolojîk, girêdana bi nirxên azadiyê û hesasiyetek bilind pêwîst bû de cih girt, bi tevlîbûna xwe ya aktîf a li van xebatan re tevkarî li serketinên girîng kir. Dema birayê wî yê din Ferhat Rodî (Saygi Aydin) di 17’ê Tebaxa 2018’an de li Çewlîkê şehîd bû, berpirsyariya hevrêyê me Rênas pê re hîn zêdetir bû. Şehadeta du birayên wî bû sedem ku hevrêyê me Rênas zêdetir tevlî têkoşînê bibe. Hevrêyê me ku dizane bi pêşxistina xwe û mezinkirina têkoşîna xwe re dikare layîqî rastiya şehîdan be, roj bi roj di nava karên ku tê de cih girt de bi tempoyeke bê eman tevlî bû. Hevrêyê me ku sala 2020’an li qadên cuda xebat meşand, piştre vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me ku di çarçoveya ji nû ve avakirina gerîla de perwerdeya pisporî dît, di her wateyê de xwe ji şer re amade kir. Hevrêyê me ku dixwest hêrsa li dijî dewleta Tirk a qirker bi şerê pêş bixe re bersiv bide, gelekî dixwest biçe qadên ku şer lê giran bûye û di vê de israr kir. Lê belê ji ber asta zanîna bîrdozî ya ku bi dest xistiye û taybetmendiyên xwe yên milîtantiyê yên jêhatî, di xebatên cuda de cih girtiye. Hevrêyê me Rênas ku hemû erkên girtiye ser milên xwe bi awayek serkeftî pêk anî, ji ber vê bû xwedî şêwazek xebatê ya dewlemend. Bi vê taybetmendiyê re bû hevrêyekî ku hemû hevrêyên wî dixwestin pê re bixebitin.

Hevrêyê me Rênas ku 10’ê Adara 2023’an dema ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser peywira xwe bû di êrîşa dijmin de li gel hevrêyên me Alî Xebat û Cesûr Vedat şehîd bû, wê di têkoşîna me de her tim bi kesayetiya xwe ya dirust û dilsoziya kûr a bi nirxên azadiyê re bê bîranîn û ew ê bibe meşaleya ku di têkoşîna me de rêya me ronî dike.

DILSOZÊ NIRXÊN AZADIYÊ BÛ

Hevrêyê me Cesûr li navçeya Farqînê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî ji kevneşopiyeke welatparêz bû, hevrêyê me Cesûr bi rengekî dilsozê çand, ziman û welatê xwe mezin bû. Lewma li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger karîbû xwe biparêze. Têkoşîna me ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê ku li Amedê û gelek herêman bi pêş ket, hevrêyê me Cesûr hîn biçûkanî nas kir û di heman demê de rastiya dijmin jî zû nas kir. Hîn 10 salî bû hevrêyekî me li gundê wan şehîd bû û li ser vê yekê gund hate şewitandin. Vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Cesûr kir. Piştî vê şehadetê û şewitandina gundê wan, hevrêyê me Cesûr neçar ma koçî Stenbolê bike, li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Li Stenbolê ji aliyekî ve ji bo debara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî, li aliyê din jî beşdarî nava karên ciwanên şoreşger bû û hewl da wezîfeya xwe ya welatparêziyê pêk bîne. Ji ber ku ji nava xizmên wî tevlîbûn li nava refên gerîla hebû û apê wî Cesûr-Vedat Dogrûsû, her wiha xizmên wî yên nêz Farqîn Amed-Recep Guneşlî di sala 1995’an de şehîd bûn, ev yek ji bo hevrêyê me Cesûr her tim bû hinceta têkoşînê. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku dilsoziya bi bîranîna şehîdan re bi mezinkirina têkoşînê û tevlîbûna li nava refên gerîla dibe. Daxwaz û hewldaneke xwe ya bi vî rengî hebû, lê ji ber ku tevkarî li debara malbata xwe dikir, her carê ev armanca xwe taloq kir. Lê belê hesreta tevlîbûna li nava refên gerîla ya di dilê wî de her roj mezin bû, di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de di serî de Sûr li gelek deveran dema li dijî gelê me komkujî hate kirin û ev yek bû sedem ku hevrêyê me biryarê li ser tevlîbûna li nava refên têkoşînê bide. Li ser vê bingehê di sala 2017’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û navê apê xwe li xwe kir, bi vî rengî tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Cesûr ku ji sadebûna jiyana gerîla û têkiliyên hevrêtiyê bi bandor bû, ji xwe re kir esas ku bi rengekî çalak tevlî nava jiyanê bibe. Bi perwerdeyê derfet dît ku xisarên sîstema kapîtalîst li ser kesayetiya wî kirine binirxîne, xwe ji wan bandoran rizgar bike û ber bi kesayetiyeke azad ve bi gavên ji xwe bawer meşiya. Di nava şerê giran de hevrêyê me xwest ku bi rola xwe rabe, bi vê armancê ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe xurt kir. Ji bo bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê her tim israr kir. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin ku hîn biçûkanî hebû, xwest bi çalakiyan nîşan bide, hesabê komkujiyên dijmin ên li gelê me kiribû bipirse û zanîbû ku tenê bi vî rengî dikare pêk bîne. Ji bo vê jî di taktîka gerîla de her roj xwe bêhtir kûr kir, bû gerîlayekî şareza. Bi çanda rêxistinî ji xwe re kir pîvan ku li ku derê wezîfe hebû hewl da li wê derê wezîfeya xwe bi rengekî herî baş bike. Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kir. Hevrêyê me Cesûr her roja li nava têkoşînê bi wate kir, bêteredût tevlî bû. Ji wê yekê bawer dikir ku bi vî rengî dikare bersivê bide bendewariyên gelê me, tola şehîdên me hilîne û bi vê taybetmendiya xwe bû milîtanekî mînak ji hevrêyên xwe re.

Hevrêyê me Cesûr bi kesayetiya xwe ya durust, biryardariya li ser armanca xwe û hezkirina ji jiyana gerîla bandor li hevrêyên xwe kir. Di 10’ê Adara 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Cesûr ku her kêliya li nava têkoşînê bi dilsoziya bi nirxên azadiyê jiya û hewl da xwe bigihîne kesayetiyeke Apoyî, heta nefesa xwe ya dawî ev sekna xwe dewam kir û tevlî karwanê nemiran bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku armanc û têkoşîna hevrêyê me Cesûr radestî me kiriye, dewam bikin.”

 

Nivîsa Pêş