NAVENDA NUÇEYAN – Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer, têkildarî ambargoya hikumeta Şamê ya li ser Şehba û taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ji ANHA`yê re axivî.
Hesen Koçer destnîşan kir ku êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ambargoya li ser Şehba, Şehmeqsûd, Eşrefiyê girêdayî hev in û got: “Hedefa esasî koçberî ye, derxistina gel e. Hikumeta Şamê bi van nêzîkatiyên xwe pirsgirêka Sûriyeyê girantir dike. Siyaseta hikumeta Şamê xizmeta dijminên gelê Sûriyeyê û hikumeta Şamê bi xwe jî dike. Nêzîkatiyên bi vî rengî encama siyaseta qirkirinê ye ku dixwazin vîna gelê li wir bişikînin û Kurdan jê derxin. Divê hikumeta Şamê dev ji vê siyasetê berdê.
Di van nêzîkatiyên hikumeta Şamê de însaniyet tune ye û derveyî neteweya sûrî ye. Li dijî van nêzîkatiyan gelê me yê Şehba û Şêxmeqsûdê berxwedaneke mezin didomîne. Sekneke birûmet heye. Hikumeta Şamê ji van siyasetên xwe tu sûdê nagire, yên sûdê jê bigirin hêzên derve û dewleta Tirk in. Banga me ji hikumeta Şamê re ew e ku xizmeta siyaseta dewleta Tirk neke. Yê ku dewleta Sûriyeyê xirab kiriye, îslama radîkal di hundirê Sûriyeyê de bi pêş xistiye, dewleta Tirk e. Ev siyaset şaş e.”
‘HIKUMETA ŞAMÊ BERSIVEKÊ NADE’
Koçer anî ziman ku wan gelek caran bi hikumeta Şamê re der barê rakirina ambargoyê de nîqaş kirine lê hikumeta Şamê heta niha tu bersiv nedane û ambargoyê didomîne.
‘GELÊ YEKBÛNA SÛRIYEYÊ PARAST TÊ CEZAKIRIN’
Hesen Koçer hişyarî da hikumeta Şamê ku demildest dev ji vê siyaseta ambargoyê berde û ev tişt lê zêde kir: “Di aliyê civakî de gelê li Şehbayê gelek zehmetiyan dikişîne. Bajarê wan hatine dagirkirin, guhertina demografîk dikin, qetlîaman dikin, çete xistine malên wan. Ruxmî van sûcan tiştê hikumeta Şamê dike, dikeve xizmeta vê siyaseta dagirkeriyê. Divê hikumeta Şamê bibejê em ê çawa Efrîn, Idlib, Cerablusê rizgar bikin. Dewleta Tirk armanc dike ku herêmên dagirkirî bixê destê xwe û van bajaran tev lê erdê Tirkiyeyê bike. Divê hikumeta Şamê li dijî vê derkeve ku wekî gelê Şehbayê ji bo rizgarkirina Efrînê tê bikoşe. Hikumeta Şamê gelê ku yekbûna erdê Sûriyeyê parastiye, ceza dike. Helwesta gelê Efrînê li dijî hikumeta Şamê gelekî mezin e. Ev ê bi xwe re teqîneke civakî çêke. Divê hikumeta Şamê vê bizane. Sibe li dijî wan teqînaneke civakî, bila nebêjin çima ev bû. Ev siyaseteke dijminatî ye, ne neteweyî ye.”
‘JI MIRINA MIROVAN ŞAM BERPIRS E’
Hesen Koçer diyar kir ku êdî gelê herêmê van siyasetên hikumeta Şamê tehamûl nake û got: “Heta radeyekê gel tehamul kir. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van siyasetên li dijî Şehbayê qebûl nake. Divê hikumeta Şamê li xwe bizivire. Em dixwazin ev ambargo bi rêyên siyasî û nîqaşê bên çareserkirin, lê bertekên gel mezin in. Heta niha çend zarok ji vê ambargoyê mirine. Ji mirina van mirovan hikumeta Şamê berpirsyar e. Li dijî van siyaset û êrişan berxwedana gelê Şehbayê, Şexmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin. Ev sekna gel cihê rûmetê ye.”