SIWEDA – Xwepêşandanên şêniyên Siweydayê ev 4 meh e berdewam in. Şênî îro jî li Qada Kerame kom bûn û careke din banga “hilweşandina rejîmê”, pêkanîna biryara NY`yê ya bi hejmara 2254’an û serbestberdana girtiyan kir.
Şêniyan îro jî pankartên “Dem hatiye çarenûsa girtiyan bê aşkerakirin” hildan.
Ji 15`ê Tebaxê ve şêniyên Siweydayê rojane li dijî hikumeta Şamê çalakiyan li dar dixin.