KOBANÊ – Endamên Yekitiya Jinên Ciwan; Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan û Rojîn Ehmed Îsa û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Welîd Mihemed Menal, Murhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm (Behdînan Kobanê) 2 sal beriya niha di êrişekî hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî navenda ciwanan a Kobanê ku di 25’ê Kanûnê 2021 pêk hat de şehîd bûbûn.
Bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta wan, Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê merasîmek li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xistin.
Bi dehan malbat û hevreyên şehîdan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de mûm hatin pêxistin. Piştre rêvebera Ofîsa Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê Jîn Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest, her wiha da zanîn ku wan her 6 hevalan ji bo azadiya gelê xwe her tim di rêya azadiyê de meşiyan û ala serkeftinê hildan.
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyan û xebatên her şeş şehîdan hat pêşandan.