HELEB – Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn yek ji dibistanên amadehî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye ku minhacên Rêveberiya Xweser lê tên dayîn. Ji ber dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser taxê hatiye ferzkirin ku nahêle sotemenî û pêdiviyên din ên jiyanî derbasî taxê bibin, li dibistanê sobe tune ne.
Ruxmî rewşa dijwar jî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Helebê xebata perwerdeyê didomîne; lê nebûna rêbazên germkirin bandorek neyinî li xwendekaran dike. Bi wê re sermaya zivistanê nexweşiyan bi zarokan re çêdike.
Di her sê astên perwerdeyê de 14 hezar û 850 xwendekar
Li dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji her sê astan (Seretayî, navîn û amadehî) 14 hezar û 850 xwendekar dixwînin. Beriya demekê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê ji ber dorpêçê û tunebûna mazota ji bo wesayîtên veguhastin û germkirinê dewama dibistanan sekinand.
Hevserokê KPC-D′ê Menan Cafer anî ziman ku ji ber belavbûna nexweşiyan li gel mamoste û xwendekaran ew zehmetiyan di rêveçûna xebata perwerdeyê de dikişînin. Cafer got wan hewl da tevahî çareserî û pêşniyarên heyî lêkolîn bikin, lê nikarîn mîqdara pêwîst a mazotê dabîn bikirana; ji ber ku ev mîqdar ji bo her sê dibistanan û Peymangeha Şehîd Zozan Yûsif tune ye.
Hevserokê KPC-D′ê Menan Cafer di dawiyê de ji ber siyaseta birçîbûnê û astengiya ji hêla hikumeta Şamê ve têne derxistin hişyarî da û got: ′′Dêşên xwendekarên bi zimanê dayikê dixwînin kûrtir bike, ji ber dabînkirina germkirinê yek ji mafên zarokan e.′′
Ji ber dorpêça hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hejmara zarokên nexweş dibin, zêde bû, her wiha xebatên xizmetguzarî yên şaredariya gel jî hatin rawestandin.