KOBANÊ – Îro li bajarê kKobanê navçeya Qenê bi dehan jinên ciwan ji bo salvegera dûyemin ya ku şeş hevalên di êrîşn dewleta tirk a dagirker li ser navende ciwanan pêk hat meşiyan. Endamên Yekitiya Ciwanan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan û Rojîn Ehmed Îsa û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Welîd Mihemed Menal, Murhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm 2 sal beriya niha di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî navenda wan a li Kobanê de şehîd bûbûn.
Bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta wan Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê meşek li navçeya Qinê li dar xist. Di meşa ku bi sedan ciwan tev lê bibûn de dirûşma “Soza me întîqam û tolhildan e” hatin berzkirin. Meş ji navenda navçeya Qinê dest pê kir û li rêya Qinê- gundê Qasimiyê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a Navçeya Qinê Nezîma Mihemed axivî û soza domandina rêya şehîdan da.
Nezîma Mihemed di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji hêza jin û ciwanan ditirse, lew ra wan dike hedef xwe û got; “ Heta kesayetên weke Viyan û Nûjiyan hebin em ê her bi ser bikevin, heta dilopa dawî ji xwînê em ê li ser xeta şehîdên xwe berxwedan û têkoşînê bikin ji bilî wê tu rêyên me tune ne. “
Li navçeya Qenê li Kobanê, Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo bîranîna şehîdên Jinên Ciwan li ser dîwar resmê wan xîzkirin. Ji bo bilindkrina hemlê li ser dîwar ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadi’ hate nivîsandin. Ji bo destek dayina hemlê Tevgerê Ciwanen Şoreşger bûn alikar.