BEHDÎNAN – 9 ciwanan bi daxuyaniyekê ragihandin ku tevlî nava refên PKK’ê bûne. Di daxuyaniya ciwanan de hat gotin ku, “Rêber APO di têkoşîna xwe ya 50 salî ya li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û zîhniyeta wê ya qirêj û bêexlaqî de rêya avakirina jiyana azad, wekhev û exlaqî nîşanî me da.” Ciwanan diyar kirin ku jiyana azad a li çiyayan şêwaza jiyana Rêber APO ye û gotin, “Gerîlayê azadiyê îro bi fedayî û têkoşîna ruhê Apoyî di nava têkoşîna şoreşgerî de bi pêş dikeve.”
Ciwanan diyar kirin ku gerîlayên azadiyê 45’emîn salvegera xwe bi lêdana derbên giran li faşîzma Tirk pîroz kirin û gotin, “Bi vê ruh û helwestê em ketine sala 46’an a Partiya Karkerên Kurdistanê û em weke ciwan radigihînin. ku em ê tevlî refên vê partiya gerdûnî bibin.”
Di dawiyê de jî ciwanan diyar kirin ku ew ê bi hevrêyên xwe yên gerîla re mil bi mil li çiyayên azad jiyaneke azad û exlaqî bimeşînin û gotin, “Em ê xwe di bîrdozî û felsefeya Rêber APO de kûrtir bikin û Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê zêdetir tevkariyê li belavbûna vê fikrê bikin.”
Em wek ciwanên fedayî ya Rêber APO tevlibuna xwe di nav PKK de ragihidînin
Di 25 salên polîtîkaya tecrîdê ya qirkirina li ser Rêber APO de, qet carî nebû nêzî 3 sal in ti agahî ji Rêber Apo nehatiye girtin. Ev rastiya giraniya pevajoyê û rastiya tengasiya ku dewleta faşîst a Tirk tê de ye nîşan dide. Bi berxwedana lehengî û destanî ya gerîlayên azad û berxwedana gelên herêmê, dewleta faşîst a Tirk bi salan xwe bi polîtîkayên emperyalîst û armanca wê ya tinekirina partiya şoreşger PKK’ê ne girtiye. Li ser vê esasî, li çar aliyê cîhanê hezaran kes, partî, tevger û rêxistin tevlî pengava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin.
Ev rastiya Rêbertî careke din nîşan dide ku Rêber APO ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê, ji bo avakirina zîhniyeta azad berxwedaniyekê ku mînaka wî li tu derî de nehatiye dîtin dide meşandin. Îro jî ev gel li ser piya ye û azadiya fîzîkî ya Rêber APO dixwazin. Li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û zîhniyeta wê ya qirêj û bêexlaqî, Rêber APO di têkoşîna xwe ya 50 salî de rêya avakirina jiyana azad, wekhev û exlaqî nîşanî me da.
Modernîteya kapîtalîst û hêzên hegemonîk vê rastiyê nas dikin û ji tirsa xwe re, Rêbertî dîl girtin û hewl dan fikrên wî bitepsinin, lê bi berxwedan û helwesta Rêber APO careke din fikrên azad heya derveyî Kurdistanê belav bûn û belav dibin.
Jiyana azad a li çiyayan rêya jiyana heqîqetê ye ku Rêber APO nîşanî me da ye. Îro gerîlayên azadiyê bi sekna fedaî û têkoşîna ruhê Apogerî di nava têkoşîna şoreşgerî de bi pêş ve diçin. Êrîşên dewleta faşîst a Tirk a li ser çiyayên azad, taybet li herema parastina medya, bi saya vî ruhî û destana ku ji aliyê PKK’ê ve tê nivîsandin, bê encam maye. Her wiha gerîlayên azadiyê careke din rastiya vî şerî nîşan dan û darbeyên giran li leşkerên dagirker ên dewleta faşîst a Tirk xistin û 45’emîn salvegera PKK’ê bi wî awayî pîroz kirin.
Bi vê rih û helwêstê em derbasî sala 46’ê min ya Partiya Karkerên Kurdistan bûn û em wek ciwanên Apoyî radigihînin ku emê tevlî refên partiya mîrovahiyê dibin. Ji bo tolhildana şehîdên me, wek şehîdên ya ciwanan Şehit Nûjiyan Ocelan, Viyan Serhed, Rojin, Welid, Merhef, Behdinan ku li êrîşa hovane ya dewleta faşîst a beriya du sal li Kobanê şehîd ketin; Em ê tola wan hevalan hilînin û xeyalên wan pêk bînin, em ê çekên wan li erdê nehêlin. Em ê bi rêhevalên xwe yên ku niha li çiyayên azad li berxwe didin re mil bi mil jiyanek azad û exlaqî bijin û em ê di îdeolojî û felsefeya Rêber APO de kûrtir bibin û vê felsefê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê berbelav bikin.
Em bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî nava refên partiya mirovahiyê bibin, tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bibin! Werin jiyanek rast bijîn û cîhanek ku hêjayî jiyanê ye ava bikin.
Bijî Serok APO!
Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye!
Bijî Partiya Karkarên Kurdistan!
Jin Jiyan Azadî!