ENQERE – Weke ku tê zanîn di 13’ê Kanûnê de pankarta ku wêneyên pêşengên Kurd li ser bû ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve li baskê li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê hate daliqandin. Ciwanên welatparêz li ser pankarta ku daliqandibûn nivîsa “Ez Kurd im, nemir im” nivîsandibûn û bertek nîşanî heqaretên ku li beramberê Şêx Saîd hatibû kirin dan. Bi vî rengî xwepêşandanên daliqandina pankartên wêneyên pêşengên Kurd li gelek bajaran belav bûn. Çalakiya ku duh bi daliqandina pankarta wêneyên Şehîd Mazlûm Dogan û Şehîd Sakîne Cansiz ên li Kela Wanê dewam kir, xwendekarên Welatparêz ên Enqereyê dewr girtin.
Li Enqereyê pankarta bi wêneyê Şêx Seîd ji aliyê Ciwanên Xwendekarên Welatparêz ve hate daliqandin. Li ser afîşa ku li ser derbazgehekêjor hatiye daliqandin wêneyê Şêx Seîd heye û li binê wêneyê jî “Şêx Said Rumeta Gelê Kurd e!” hatiye nivîsandin.