BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên navbera 15-17’ê Kanûnê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li herêma Xakurkê
- 15’ê Kanûnê sat di 20:00 de dest li helîkopterên êrîşê hate werdan ku bombe li qada Lolanê barandin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.
- 16’ê Kanûnê saet di 14:00 de li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
- 16’ê Kanûnê saet di 20:30’î de dest li helîkopterên êrîşê hate werdan ku bombe li qada Lolanê dibarandin. Helîkopter piştî destwerdana hêzên me neçar man ji qadê biçin.
- 17’ê Kanûnê saet di 17:40’î de dest li helîkopterên êrîşê hate werdan ku bombe li qada Lolanê barandin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;
- 14, 15 û 16’ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 41 caran bi teqemeniyan û gazên kîmyewî hatin bombekirin. Her wiha carekê bi bombeya taktîk nukleer hate bombekirin.
- 17’ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 15, 16 û 17’ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên me yên şer ên Şehîd Diyar 11 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker
- 14, 15, 16 û 17’ê Kanûnê li herêma Xakurkê qadên Girê Berbizina, Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hawar, Ava Lolanê, Girê Rostê, Xinêra Jor 8 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 2 caran, li herêma Garê qadên Hefttebax, Gundê Şiyê, Girê Zengil 3 caran, li herêma Metînayê Gundê Dergelê, qada Golka 3 caran, bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 14, 15 û 16’ê Kanûnê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”