SILÊMANÎ – Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KCP) pêşwaziya nûnera Ciwanên Meclîsa Sûriyê Demokratîk Nadiya Yûsif li bajarê Silêmanî kir.
Li ser rola pêşeng a ciwanan di Şoreşa Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, li ser destkeftî û çalakiyên ciwanan di hemû astan de, girîngiya parastina rewa û li ser nasnameya ciwanan nîqaş hat meşandin.
Her wiha li ser yekemîn konferansa Ciwanan a Cîhanê ya bi diruşmeya “Ciwan Dîrokê Dinivîsin” ku li Parîsê hat lidarxistin û beşdarbûna Ciwanên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk tê de, û girîngiya wê ya dîrokî û stratejîk ji bo ciwanên cîhanê axivîn.
Li ser konferansên berê yên ciwanan li ser asta Rojhilata Navîn û giringiya wan hat nîqaş kirin û pêwîstiya amadekarî û beşdariya bi bandor ji bo konferansa were a Rojhilata Navîn û qonaxa wê ya dîrokî hatin diyar kirin.
Nîqaş li ser xurtkirina peywendiyên di navbera rêxistinên ciwanan li herêmê û giringiya pevguhertina ezmûnan, lidarxistina çalakiyên hevbeş ên ciwanan û serdanên hevbeş hatin kirin.