BEHDÎNAN – Di 15’ê Hezîrana 2023’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn ê li herêma Xakurkê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, yek ji 3 gerîlayên ku di berxwedana dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şehîd bû, şoreşgerê Elman û enternasyonalîst Azad Şerger (Thomas Johann Spîess) bû.
Azad Şerger ê ku li bajarê Maînbûrg ê Elmanyayê ji dayik bû, di sala 2016’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Parlamenterên Partiya Çep beriya çend rojan li ser şehadeta Azad Şerger pêşnûme pirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kiribûn û ji hikumetê xwestibûn ku bersivê bide wan.
‘ME JI TIRKIYE Û IRAQÊ PIRSÎN’
Hikumeta bi serokwezîrtiya Olaf Scholz bersiv da pêşnûme pirsê ku bi pêşengiya parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût ve hatibû amadekirin. Hikumeta Berlînê ragihand ku wan agahiyên têkildarî Thomas Johann Spîess ji çapemeniyê bihîstine û diyar kir ku ji Tirkiye û Iraqê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.
Di bersivê de ku bi navê hikumeta Federal Wezareta Karên Derve da, bi dewamî hate ragihandin ku bi gelek rê û rêbazan ji rayedarên Tirk û Iraqî hatiye pirsîn ku nûçeyên li ser Thomas Johann Spîess rast in yan na. Lê belê hikumeta Elman ragihand ku têkildarî gerîlayê HPG’ê nekariye ji Enqere û Bexdayê bersivekê werbigire.
‘EM ÇEKÊN KRÎTÎK NADIN TIRKIYEYÊ’
Ji bo pirsa ‘Gelo Elmanya û welatên din ên NATO’yê piştgiriyê didin operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk an na?’ hikumeta Scholz got, “Di vê mijarê de li ber destê me agahiyek nîne.”
Ji bo pirsa, “Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê de malzemeyên leşkerî û çekên Elman têne bikaranîn an na?” bersiveke bi vî rengî hate dayin: “Hikumeta Federal siyaseteke firotina çekan a bi sînor û xwedî berpirsyarî dimeşîne. Ji ber vê yekê jî ji bo şerê Kurdan an jî operasyonên leşkerî yên li herêmê di salên dawî de destûr nayê dayin ku ti ji çekên krîtîk ji Tirkiyeyê re bêne firotin.”