HANNOVER – Ciwanan di şexsê gerîlayên di Pêngava Rêveberiya Xweser a Şirnexê de şehîd bûne, bi sirûda “Çerxa Şoreşe” ji bo hemû şehîdên şoreşê bi deqeyeke rêzgirtinê dest bi çalakiya xwe kirin. Her wiha ciwan jî bi dowîzên bi zimanên cuda “Ji Rêber APO re azadî” û pankarta “Berxwedan Jiyan e” ya Şehîd Mazlûm Dogan a li ser nivîsandî rakirin.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de gotin, “Em ê Rêber APO û partiya xwe biparêzin. Weke ciwanên APOYÎ, ji bo vê pergala îşkenceya Îmraliyê ya ku hemû cîhan li hemberî wê bêdeng e, hilweşînin, em ê her tiştî bikin. Em ê berxwedana ku di zindanan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO destpêkiriye berfirehtir bikin û her qada ku em lê bin, bikin qada berxwedanê. Divê her kes bizane ku em jiyanek bê Rêber APO qebûl nakin. “Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên şoreşger dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bikevin nava liv û tevgerê.”
Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” dawî li çalakiya xwe anîn.