QAMIŞLO – Li kanotna Cizîrê çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî yaRêber Apo û piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de dewam dikin. Ev çalakî di çarçoveya pêngava cîhanî ya bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de tên lidarxistin ku di 10′ê Cotmehê de ji 74 navendên li cîhanê dest pê kiriye.
Kurd, Ereb, Suryan, jin, mêr, ciwan, zarok û kesên bi temen her yek bi zimanê xwe yê dayikê bi berzkirina dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” herikîn çalakiyan.
Beşdaran der barê tevlêbûna xwe ya ji çalakiyan re nêrînên xwe bi me re parve kir.
Welatiya bi navê Efraa Ebas fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan wekî hêviya yekane nirxandin û got: ′′Bi taybetî ji bo jinan rêya xilasiya ji zîhniyeta bavikslar e, zîhniyeta ku ji bilî xerabiyê tiştek neaniye serê me. Fikrên Rêbertî hêz û îrade da me û em ji bindestiyê rizgar kirin. Îro jinên ereb xwe di avakirina civakê de îsbat kir û li qadên leşkerî, siyasî, aborî, dîplomasî û sivîl jî bûn pêşeng. Ev tev bi saya fikrên Rêbertî ye.”
Her wiha, rûspiyê eşîra El Tifêhiyîn a Til Hemîs Elî El Hefel destnîşan kir ku bi saya fikrên Rêber Apo Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr bi hev re di yek xendeqî de şer dikin û got: “Vê yekê hişt dewleta Tirk a dagirker kiryarên dermirovî li dijî Rêber Abdullah Ocalab zêde bike; ji ber ku ew dizane ku ev fikr dê li pêşiya planên wê yên Osmanî yên li Sûriyeyê bibe astengî.”
El Hefel wiha domand: “Em bêdeng namînin, divê em têkoşîna xwe bilind bikin û dengê xwe bigihînin cîhanê û rêxistinên mirovî. Ji ber ku fikrên Rêbertî hişt gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser bikeve.”
Li navçeya Amûdê jî çalakiya gireva birçîbûnê ji bo 2 rojan li dar ket û di çalakiyê de gelek şênî beşdar bûn. Yek ji wan, Ezîze Ehmed ku bi xwe dayika şehîd Zana ye yê ku li bajarokê Ceza yê Til Hemîsê şehîd bûye. Ezîze wiha got: “Em têkoşîn û çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ranawestînin, ev tiştê herî kêm e ku em ji bo Rêbertî bikin ji ber ku azadiya wî azadiya me ye. Va îro jî fikrên wî li seranserî cîhanê belav dibin û em heta pêkanîna azadiya wî li qadan bin.”
Minewer Xalid a ji navçeya Amûdê der barê siyasetên desthilatên Tirkiyeyê li dijî Rêber Apo de axivî û wiha got: “Armanc ji tecrîdê dûrxistina gel ji Rêbertî û qutkirina têkiliya di navbera wan de ye.”
Menwer wiha domand: “Ji bo wefadariya têkoşîna Rêbertî li qadan bin, bi saya wî gelan rastî, dîrok û çanda xwe nas kir.
Welatiyê bi navê Mihemed Ehmed jî wiha axivî: “Dê dengê gelan ê bi banga azadiya Rêber Apo bilind bibe. Ji ber ku Rêbertî nûnertiya nirxên mirovî dike û wî rêya gelên bindest ronî kir.”
Rûspiyê eşîra El Welde ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Salih Ebdullah ku bi cilên erebî beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûye wiha got: “Rêber Apo çareserî pêşkêş kirin û hişt ku herêmên me dûrî rûdanên li herêmên din ên Sûriyeyê be. Rêbertî biratî da me, ji lew re ji erka me ye em têkoşîna di oxira azadiya wî ya fîzîkî de dewam bikin.”