MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê li Minbicê ji bo piştgiriya hemleyê “Ji Rêber Apo re azadî, ji pisrgirêka kurd re çareserî” û li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk meşeke girseyî li dar xist.
Beşdarên ji Minbic, Kobanê û Tebqayê li derdora Sabaa Behrat a rojavayê bajêr kom bûn. Meşê ji wir dest pê kir, di rêya Helebê re derbas bû û gihişt ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger. Li wir meş rawestiya û ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hate girtin. Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Kobanê, Avaşîn Misto axivî û diyar kir ku Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî hemû êrîşên dagirkerîyê li ser herêmê serê xwe natewînin.
Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê, Ehmed El-Cumelî axivî: “Di serî de em bi xêrhatina hemû beşdarên ji Tebqa û Kobanî dikin, di vê meşa ku li dijî faşîzma Tirk û di çarçoveya hemleya ku li 74 bajaran cîhanê hatiye destpêkirin de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd. Her kes dizane û dibîne ku azadiya Rêbertî bingeha rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn ji koletî ye. Çima îro em hemû bi yek dengî hedefgirtina li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê şermezar dikin, ev hedefgirtin ku armanca wê şikandina îradeya ciwan û jinan bû? Li dijî faşîstan em îro û her roj li ber xwe didin û ji faşîzmê Tirk û hemû faşîst, xayîn û ajan re bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê peyama xwe dişînin. Hedefgirtina heval û navendên me wê îrade û sekna me ya berxwedanê heta serkeftinê û heta tunekirina hemû çeteyan zêdetir bike.”
Piştre Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya xwe bi moralekî ji bo hemû beşdaran bi dawî kir.