HESEKÊ – Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê li hola Xabûrê li dar xist û wêneyên şehîdan, alên jinên ciwan daliqandin. Civîn bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadiyê′. Di civînê de nezî 60 endamên jinên ciwan beşdar bûn. Axaftina destpêkê ji hêla endama Akademiya Rêber Apo a Zanistên Civakî Cûd El Hemod kir û diyar kir ku Rêber Apo her tim di oxira pêkanîna azadiya jinê de tê koşiya, ne ji wî bûya, îro ew li vir nedicivîn.
Piştî rêzgirtinê, endamê Akademiya Rêbertiyê Cûd Hemûd ji bo axaftina vekirinê vexwend qadan. Hemûd bal kişand ser girîngiya fikir û felsefeya Rêbertiyê ya ji bo jinên ciwan û diyar kir ku divê jinên ciwan vê fikrê hembêz bikin û di vê fikrê de xwe pêş bixin.
Piştî axaftina Cûd Hemûd, Merwa Hesen li ser dîwanê hat bangkirin û perspektîfa salane ya jinên ciwan hat xwendin. Di Perspektîfê de bi giştî erk û berpirsyariyên jinên ciwan ên di pêvajoyê de hatin gotin. Her wiha hate gotin ku divê jinên ciwan xwe bi rêxistin bikin û xwe perwerde bikin da ku di sala nû de bi hêztir derkatinên giring bikin.
Piştî perspektîfê rapora xebatên salane yên jinên ciwan ên Hesekê ji aliyê Leyla Hisên ve hate xwendin. Civîn piştî xwendina raporê navber hat dayîn. Di rûniştina duyemîn de bi civîn nîqaşên jinên ciwan dewam kir. Di nîqaşên jinên ciwan de polîtîkayên tecrîda giran ên li ser Rêber Apo tên meşandin hatin nîqaşkirin û mijara çalakî û xebatên li beeamberê polîtîkayên dijmin re bersiveke têrker nîne hate rexnekirin. Jinên ciwan bi giştî rexnedayîn nêz bûn û soza xwe nû kirin ku di sala nû de têkoşîneke bi îdea û aktîftir bidin meşandin.
Di dawiyê de ji aliyê jinên ciwan ve ji bo berdevkên jinên ciwan ji bo sala nû pêşniyar hatin kirin. Di civîna salane ya jinên ciwan a ku li Kantona Cizîrê were lidarxistin de, pêşniyar dê bikevin dengdanê. Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû. Piştre jinên ciwan bi stranan govend gerandin.