HESEKÊ – Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê li hola Xabûrê li dar xist û wêneyên şehîdan, alên jinên ciwan daliqandin. Civîn bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadiyê′. Axaftina destpêkê ji hêla endama Akademiya Rêber Apo a Zanistên Civakî Cûd El Hemod kir û diyar kir ku Rêber Apo her tim di oxira pêkanîna azadiya jinê de tê koşiya, ne ji wî bûya, îro ew li vir nedicivîn.
Endeme Yekîtiya Jinên Ciwan Halima bi ajansa me re axifi:
Navê min Helîma ye. Ez ji bajarê Hesekê me. Xebatên jinên ciwan dimeşînim. Di vê xebatê de bi taybetî li ser rewşa Rêber APO niqaşên me pêş dikevin û em dibinin ku Rêber APO bi fikrê ku bi taybetî jin û ciwanan de avakirî hêlişt ku em li ser vê fikrê ve xwe pêşbixin. Roja îro em jinên ciwan ger dikarin li vir nîqaşan bimeşînin hemû bi saya Rêber APO ye. Ji bo me jî û ji bo tevahî cîhanê jî fikrê Rêber APO girîng e.
Ev civîna me ya salane ya jinên ciwan e. Pirsgirekên jinên ciwan çibû xebatên ku me meşandin çibûn û divê ji bo sala were em çareseriyê nîqaş bikin. Di sala ku em têde derbas bûn saleke têr û tijî bû. Keda ku Rêber APO ji bo jinan û ciwanan daye divê em îro çawa li wê kedê xwedî derbikevin em nîqaş bikin û ji bo ku jin hîn bêhtir bi îrade be biryara xwe ya jiyanê bixwe bidin û her çiqasî bêhtir ji hebûna xwe hayedar bin wê ewqas bikaribin nêzî Rêber APO bibin. Li ser van bingehan her çalakiyên ku em dikin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO ye. Bi fikrê Rêber APO belavkirinê ve em dixwazin bidin zanîn ku Rêber APO ji bo kî di zîndanê de ye û ji bo çi vê dozê da destpêkirin.
Bangawaziya min ji jinên ciwan ewe ku bila fikr û felsefeya Rêber APO de xwe kûr bikin û em dixwazin îsal bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO mîsoger bikin û êdî bi Rêberê xwe re azad jiyan bikin.