PARÎS – Beriya niha bi salekê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li kolana Enghîenê amadekariya komkujiya sala 2013’an dihat kirin. Di 9’ê Çileya 2013’an de li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku nêzî navenda çandê bû, yek ji endama damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) bi 3 guleyên ku li serê wan hat xistin, hatin qetilkirin.
Belge, qeydên deng û şahid, berpirsyariya Teşkîlata Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) di vê komkujiyê de bi awayekî eşkere raxist berçavan. Lê belê di dozê de pêşde çûyînek nîne. Ne dewleta Tirk ne û jî dewleta Fransayê, agahiyên di destên xwe de parve nekirin. Îstîxbarata Navxweyî ya Fransayê (DGSI) jî bi îdîaya “sirra dewletê ye” li hemberî daxwazên dadger û gelê Kurd bêdeng dimîne û agahiyên di destên xwe de parve nake. Astengkirin û parvenekirina “Sirra Dewletê” guman hîn mezintir kir. Parêzer û rêxistinên kurd difikirin ku di van belgeyan de agahiyên girîng ên kujer Omer Guney ê ku di sala 2016’an de di girtîgehê de bi awayekî gumanbar mir, hene. Rêxistinên Kurd û dostên wan gelek caran rayedarên Fransayê hişyar kirin ku eger yên fermana komkujiyê dane, tetîkkêş û hevkarên sûcê neyên cezakirin, dibe ku êrîşên nû rû bidin.
RABIRDOYA KUJER
Piştî deh sal şûnde di 23’ê Kanûna 2022’yan de pêşenga Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermendê Kurd Mîr Perwer û aktîvîstê Kurd Abdurrahman Kizil li ber 10’emîn avahiya komeleyê ya Parîsê bûn hedefa êrîşa çekdarî. Êrîşkar William Malet 70 salî bû û bi nijatperestiya xwe dihate naskirin.
Rabirdoyek kujer a qirêj hebû, lê nehat zanîn ka di meha dawîn de de têkiliyek çawan li cem wan daniye. Kujer ji aliyê polîs û dadwariya Fransayê ve dihate naskirin. Tevî sûcên kiriye bi cezayên sivik re hatiye derbaskirin.
Malet di sala 2016’an de dema vedigeriya mala xwe ya li Lîvry-Gargan (Seine-Saint-Denis) rastî “sê diz” ên ji Cezayîr û Fasê hat û bi kêran êrîşî wan kir. Ji dizan du bi giranî birîndar bûn. Piştî komkujiya Parîsê di Adara 2023’yan de derxistin pêşberî dadgehê. Di doza êrîşa sala 2016’an de dadger biryar da ku Wîllîam Malet ne di çarçoveya ‘xweparastinê’ di çerçoveya ‘êrîşa ku bi awayekî dijminane pêk hatiye û hatiye îspatkirin’ de cezayê wî girantir
Wîllîam Malet ji ber ku di Kanûna 2021’an de êrîşî kampa koçberan a li Parîsê kiribû û yek jê giran 2 kes birîndar bûbû, derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Kujer Malet piştî êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, di îfadeyên hatine girtin de gotiye ew nexweşekî psîkolojîk e. Malet nexweşiya xwe weke ‘hêrsa patolojîk’ pênase kir û li ser sedema çima kurdan kiriye hedef jî îfadeyên bi nakok daye.
ÇIMA WEKE ‘ÊRÎŞEK TERORÊ’ NEHAT PÊNASEKIRIN?
Wîllîam Malet ê ku di meha Kanûnê de li Parîsê qetilkirina sê Kurdan îtîraf kir, di lêpirsîna xwe ya dawî de qebûl kir ku dixwaze “êrîşekê pêk bîne” û piştre gotinên xwe nerm kir û anî ziman ku bi “fantaziya sadîst” xwesteka xwekuştinê heye.
Her çend Mallet piştre îfadeya xwe guherand jî, wî destpêkê êrîş bi têgeha fransî weke “attentat” îtiraf kir. “Attentat” tê wateya êrîşa li dijî berjewendiyên bingehîn ên neteweyan. Lê belê dozgeriyê, rayedar û çapemeniyê têgeha “êrîşa terorî” bi kar neanîn û têgehên weke “fusillade” û “tuerie” bi kar anîn, ew jî tên wateya “êrîşa nîjadperestî”.
Malletî piştî têgeha “attentatê” bi kar anî îfadeya xwe guhert û îdia kir ku wî “êrîşeke neîdeolojîk” pêk aniye.
Serdozgeriyê li ser vê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Dema ku ji kujer hat pirsîn bê ka çima Kurd hedef girtiye, wiha bersiv daye: “Min dizanî ku li kolana Enghîenê komeleyeke kurdan heye. Ji ber ku ez tiştên ku bi DAÎŞ’ê re dikin napejirînim (…) gelek kes dîl girtin û ew radestî Beşar Esad nekirin û em wan vedigerînin Fransayê.’’
Parêzerên malbatên sê kurdên hatine qetilkirin û Rêxistinên Kurdan dixwazin ku êrîş weke “çalakiyeke terorî” bê pênasekirin û lêpirsîn ji aliyê dozgeriya antîterorê ve bê kirin.
ÇIMA DOZGERIYA ANTÎTERORÊ LÊPIRSÎNÊ BI RÊ VE NABE?
Dozgeriya Parîsê roja 15’ê Nîsanê di daxuyaniyekê de diyar ku wan dosya ji bo nirxandinê daye dozgeriya neteweyî ya li dijî terorê (Pnat) kar dike. Pnatê jî îdîa kir ku erîş ne erîşeke terorî ye.
Konseya Kurdan a Demokratîk a li Fransayê (CDK-F) rexneyên xwe li dewleta Fransayê kirin ku ev yek weke êrîşeke terorî pênase nekiriye. CDK-F’yê di salvegera qetlîamê de daxuyaniyek da û wiha got, “Her çend gelek tişt vê yekê weke çalakiyeke plankirî û siyasî nîşanî me bidin jî, polîsan bersiva gelek pirsan nedaye.”
Lê belê dema ku ciwanên Kurd li dijî Balyozxaneya Tirk û fîşekên hewayî teqandin, PNAT’ê rasterast midaxile kir û lêpirsîn dida destpêkirin. Dema ku mijar berjewendiyên Tirkiyeyê be PNAT’ê dikeve dewrê, lê belê dema ku mijar berjewendiyên Kurdan be hema bibêje bûyer weke bûyereke edlî tê nîşandan. Sekreterê Netewî yê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Fabîen Roûsselê, di daxuyaniyekê de wiha got: “Her çend di sala 2022’yan de CDK-F bi qestî bû hedefa êrîşan jî lê belê heya niha jî bûyer weke ‘êrîşeke terorê’ nehatiye pênasekirin. Em dixwazin ku dozgeriya antîterorê li ser vê dozê bixebite.’’
ÇENTEYÊ WINDA
KDK-F nerazîbûn nîşan dide ku lêpirsîn giran rêve diçe û diyar dike ku gelek mijar divê bên lêkolînkirin hene.
CDKF’ê bal kişand ser van mijaran, “Tevî îfadeyên bi guman ên êrîşkar Wîllîam Malet, ku rasterast komeleya me Kurd û PKK’ê dike hedef jî, dozgeriya neteweyî ya li dijî terorê hîna dozê negirtiye.
Windabûna çenteyê reş a ku Wîllîam Malet di dema vegera ji Saînt- Denîsê hilgirtibû, gumanên hevkariya sûcê mezintir dike.
Di dîmenan de derket holê ku Wîllîam Malet beriya ku biçe komeleya Kurdan çûye banliyoya Saînt-Denîs a ku bi giranî mirovên koçber lê dijîn. Êrîşkar di îfadeya xwe de got ku wî xwestiye “biyaniyan” bike hedef, lê bersivên têrker neda ka çima sibeha 23’ê Kanûnê ne li banliyoya Saînt-Denîs û ne jî li stasyonên trênê yên qelebalix êrîş nekiriye. Di dîmenan de tê dîtin ku ew Wîllîam çenteyekî reş yê giran hilgirtiye û hêdî hêdî rêve diçe. Di derdora seat 06.42’an de tê fêmkirin ku li kuçeyeke çend metre dûrî garayê xwe xwar dike û şarjoran dixe çenteyê. Piştî 1 deqeyek û 42 saniyeyan cardin kujer bi çenteya xwe ya giran ku bi zehmetî hildigire di kamerayê de tê dîtin. Lê piştî wê ji ber dikeve cihê ku kamera nakêşe, gelek pirse nîşan çêdike.
DI 23’Ê KANÛNÊ DE MEŞ
Kurd û dostên wan, bi daxwaza edalet û zelaliyê wê di 23’ê Kanûna 2023’yan saet di 11.00’an de li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Gare du Nord a Parîsê li hev bicivin û Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer bibîr bînin.
CDK-F’ê wiha bang kir, “Ji bo edaleteke bêalî û lêpirsîneke bê kêmasî ku Wîllîam Malet û hevkarên wî yên sûc bên darizandin, 23’ê Kanûna 2023’an roja Şemiyê em ê ji Gare du Nord’ê ber bi cihê ku êrîş lê hate kirin ve bimeşin.”