HESEKÊ – Dûh Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê civîna xwe ya salê li hola Xabûrê li dar xist û wêneyên şehîdan, alên jinên ciwan daliqandin. Civîn bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadiyê′. Axaftina destpêkê ji hêla endama Akademiya Rêber Apo a Zanistên Civakî Cûd El Hemod kir û diyar kir ku Rêber Apo her tim di oxira pêkanîna azadiya jinê de tê koşiya, ne ji wî bûya, îro ew li vir nedicivîn.
Endeme Yekîtiya Jinên Ciwan Merwa Elî bi ajansa me re axifi:
Ez Merwa Elî me. Endama Yekîtiya Jinên Ciwan im. Em vê cîvîna salane ku ji hemû pêkhateyan Kurd û Ereb û Siryan jinên ciwan beşdar bûn ji bo hemû hevalan pîroz dikin. Bêguman ev civînek bi hêz e. Ji bo jinên ku bi îrade û bi biryar û bi dengê xwe hevgirtî ne. Jin xwedî rola pêşeng e. Xwedî nerînên hevpar e. Tabî em beramberê pêngava li dijî tecrîda li ser Rêber Apo her wiha beramberê vê hamlê rexnedayîna xwe didin. Ji ber ku me nekarî agahiyekî ji Rêber Apo bigrin.
Di bin zîndana dijmin de ev bû 2 salin em nizanin ku rewşa Rêbertî çiye. Ev hemû rexne ne ku em li xwe dikin. Lê di salên pêşî de an di mehên pêşî de em soz didin jinên ciwan û em soz didin xwe û soz didin Yekitiya Jinên Ciwan ku em li ber xwe bidin û ev zor û zexmetî derbas bikin ji bo em bigihijin ewlekariyê û ji bo ku em xwe bigihinin Rêberê xwe û em serkeftî bigihijin armanca xwe. Dîsa em rexnedayîna xwe dubare didin ji ber ku me xwe nekarî bigihinin tu agahiyê di derbarê rewşa tendûristiya Rêber Apo de. Em wek jinên ciwan dest bi dest li beramberî Rêbertî û şehîdan soz didin. Emê her dem yekgirtî bin û rêya ku Rêber Apo ava kiriye emê berdevam bikin.