KOBANÊ – Li Qada Jina Azad, rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê Sara Xelîl axivî û got: “Şehîd Evîn Goyî tevî Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil di êrişeke çekdarî ya li dijî Komeleya Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê de şehîd bûn. Îro jî gelê kantona Firatê daket qadan û ev komkujî şermezar kir ku di ser wê re salek derbas bû.”
Endamê Tevgera Çand û Hunerê ya Baqî Xido Mihemed Misî jî got: “Ew komkujiya ku li Parîsê qewimî û bêdengiya navneteweyî, em şermezar dikin. Armanca dijimin tunekirina çanda kurdî ye. Em ê heta dawiyê doza Kurdistana xwe bikin û xwedî li kurdîtiya xwe derkevin.”
Meş bi dirûşman bi dawî bû.